AMED - Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli, destnîşan kir ku berî ku aloziya li Tirkiye û Rojhilata Navîn kûrtir bibe divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Tecrîdkirina di şexsê Ocalan de, di asasê xwe de tecrîddkirina siyaseta demokratîk a kurdan û projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e."
Ji 27'Ê Tîrmeha 2011'an ve parêz û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî Heyeta Îmraliyê nikare li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Herî dawî Mehmet Ocalan, birayê Ocalan, di 11'ê Îlonê de hevdîtin bi Ocalan re çêkir û ji wê çaxê ve hevdîtin nehatiye çêkirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, bal kişand tecrîdkirina Ocalan û xwest demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.
‘OCALAN JI ROJA EWIL VE JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞE'
Mizrakli, anî ziman ku ji roja ku Ocalan hatiye girtin heta niha ji bo dawî li şer bê têdikoşe. Mizrakli, pêvajoya çareseriyê ya di sala 2014 û 2015'an de bi bîr xist û got: "Birêz Ocalan ji bo çareseriyê gelek caran pêşniyaz kirin, lê belê hemû bê bersiv hatin hiştin. Dixwazin destkeftiyên gelan ên bi sedan salî bin ax bikin. Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina jiyana bi hev re ya gelên vî welatî ye. Kesên şer û rûxandinê dikin, dixwazin welat perçe bikin. Helwesta Ocalan ji bo yekparebûyînê ye. Kesên vê naxwazin niha ev pêvajo xistine dewrê."
‘PROJEYA AŞTIYÊ YA ROJHILATA NAVÎN TÊ TECRÎDKIRIN'
Mizrakli, anî ziman ku paradîgmaya wekhevî, aşitî û jiyana azad tê tecrîdkirin û tecrîdkirina di şexsê Ocalan de, di asasê xwe de tecrîddkirina siyaseta demokratîk a kurdan û projeya aştiyê ya li Rojhilata Navîn e. Mizrakli, pêvajiya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015'an de bi bîr xist û diyar kir ku ji bo Sûriye û Rojavayê pêşbiniyên xurt ên Ocalan hebûn û ev niha yeko yeko pêk tên.
Mizrakli, bilêv kir ku tevî hemû bangawaziyên Ocalan jî, li Rojhilata Navîn aloziyek mezin rû daye û aktorên hêzên kûrewî û hêzên statukoparêz ên li herêmê rûxandin zêde kirine û pevçûn gur kirine. Mizrakli diyar kir ku, lê belê ji bo gel û bawerî bi hev re bijîn Ocalan rêya sêyem, Konfederalîzma Demokratîk, avêt holê. Mizrakli, destnîşan kir ku qewmînên li Rojavayê, awayê çareseriyê yên Ocalan, bersiva aktorên kûrewî daye. Mizrakli, diyar kir ku bereksê çareseriyên di Astana û Cenevreyê de derketin holê, çareseriyeke li gorî rastî û dîroka herêmê derketiye holê. Mizrakli, destnîşan kir ku mîmarê vê çareserkirinê jî Ocalan e.
‘DIVÊ HERKES LI DIJÎ VÊ BÊHIQÛQIYÊ DERKEVE'
Mizrakli, diyar kir ku CPT li hember tecrîdkirina Ocalan xwe li bêdengiyê daniye û got: "Dewlet tim û tim ji bo berjewendiyên xwe tev digerin. Hin saziyên navdewletî jî li gor vê esasê tev digerin. Di warê hiqûqê navnetewî û netewî de dema mirov lê binere, em bi rewşeke ku lî cîhanê mînaka wê tune ye rû bi rû dimînin. Lê belê kesên ddoza heq, hiqûq û edaletê dikin divê li dijî vê tecrîdkirinê derkevin. Çimkî wijdanê mirovahiqê û rûmeta hiqûqê vê yekê divê."
‘BILA DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN'
Mizrakli, destnîşan kir ku berî ku aloziya li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kûrtir bibe, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û got: "Ocalan di hemû şert û mercan de diafirîne. Di hemû geşdan û qewmînan de ji bo çareseriyê hin tiştan diafirîne. Di şert û mercên herî giran de jî helwesta wî ji bo çareserkirinê, aştî û jiyana bi hev re ya gelan e. Me ev yek di gelek merheleyên dîrokê de jî dîtine. Me di dema pevçûnan de jî dît û di dem agirbestan de jî dît."
MA/ Esra Solin Dal