ÎZMÎR - Danişîna doza endamên Bloka Aştiyê ya Îzmîrê, yên kuştinên Cizîrê şeremzar kirin û bi sûcariya “Propagandeya rêxistinê kirin” tên darizandin hat taloqkirin.
5’emîn danişîna 29 endamên Bloka Aştiyê yên kuştinên bi dehan kesên di bodrumên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de, li Îzmîrê di 8’ê Sibata 2016’an de şermezar kirin û derbarê wan de bi îdîya “Propagandeya rêxistinê kirin” doz hat vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliya Bayrakli ya Îzmîrê hat dîtin. Hin kesên dihat darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.
Piştî danasîna nasnemeyan danişîn hat destpêkirin. Kesên tên darizandin, parastin kirin û gotin: “Em şer naxwazin. Em alîgirê aştiyêne. Ji ber vê yekê em beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.” Parêzeran jî, parastin kirin û gotin ew jî beşdarî parastinên mûwekîlên xwe dibin û aştî xwestin ne sûce.
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, diyar kir ku hîna kesên îfadeyên wan nehatine girtin hene û danişîn taloqî 14’ê Kanûnê kir.