AMED - Qeyûmê tayînê şaredariya Hênê ya DBP’ê hatibû kirin, hat guhertin. Tayîna qeyûm Şaban Arda Yazici li Tortumê hat kirin û li şûna wî Qeymeqamê navçeya Bogazkale ya Çorumê Turan Sogukoluk hat tayînkirin.
Di Cotmeha 2016’an de, Qeymeqamê navçeya Karazê Yûsûf Turhan weke qeyûm tayînê şaredariya Hênê ya DBP’ê hatibû kirin û hevşaredar Abdurrahman Zorlu ji kar hatibû dûrxistin. Turhan, dinava mehekê de erka xwe ya qeyûm dewrî Qeymeqamê navçeya Kose yê Gumuşhanê Şaban Ardan Yazici yê tayînê Qeymeqamtiya Hênê hat kirin, kiribû. Wezareta Karê Hûndir, qeyûm Şaban Ardan Yazici tayînê Qeymeqamtiya navçeya Tortum a Erziromê kir û li şûna wî jî Qeymeqamtiya navçeya Bogazkale yê Çorumê Turan Sogukoluk tayînê şaredariya Hênê kir.