AMED – Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Amedê Sedat Eren, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a turnûvaya fulbolê ya ji aliyê Meclîsa Ciwanên HDP’a Amedê ve hat lidarxistin da û got: “Ev serdegirtin dê tu carî me netirsînin. Em ê turnûvaya xwe berdewam bikin.”
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê, li ser navê Endamê Meclîsa Ciwanan a Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Firat Yaman ê jiyana xwe ji dest dayî turnuvaya futbolê li dar xist. Polîsan duh berî lîstûka fitbolê bi ser tunûvaya li Seyrantepe de girtin û bi maşîneyên zirxî derdora saheya xalî girtin. Polîsên nasnemeya lîstikvan û kesên derdorê di GBT’ê re derbas kirin, wêne û dîmenên beşdarvan û temaşevanan kişandin.
Di turnuvaya di 11’ê Îlonê destpê kir de, dê di 29’ê Îlonê de bi dawî bibe, 2 jê taximên jinan dê 42 taxim bikevin pêşbaziyê. Heya ku turnûva bi dawî bibe, dê her şevê dinavbera saetên 18.00 û 20.00’an de 4 taximê bilîzên.
'HEWL DIDIN ZEXTÊN DERÛNÎ BIKIN’
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Amedê Sedat Eren ê 23 salî, bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û wiha axivî: “Em armanc dikin ku bi turnûvayan ciwanan ji karên fuhuş, tiryak û diziyê dûr bixiin û wan sewqî çand û sropê bikin. Lê ji ber ku polîs naxwazin ciwan ji çiravê rizgar bibin, zextan li me dikin. Bi van êrîş û zextan hewl didin me bitirsînin. Ji xwe polîs berî me hatibûn sahê. Dixwazin bi kêşandina wêne û dîmenenan zextên derûnî li ser me bikin. Polîs berî lîstîk destpê bike jî li wir bûn. Lê dema dest bi lîstîkê hat kirin mûdaxile kirin.”
'POLÎS DIXWAZIN ME MANÎPULE BIKIN'
Eren, anî ziman ku polîs dixwazin wan manîpule bikin û wiha bilêv kir: “Polîs dixwazin ciwanên me karê fuhuş û tiryakê bikin. Dixwazin ciwan tim bi van karan re mijûl biibn. Naxwazin ciwan xwe nas bikin. Tekane armanca wan eve. Em jî dixwazin van ciwanan ji vê çiravê rizgar bikin. Em nexwazin ciwan ji spor û hûnerê dor bikevin.”
‘TURNÛVAYA ME DÊ BERDEWAM BIKE’
Eren, agahiya niha li Amedê 3 turnûva hene dan û wiha got: “Polîsan qet mûdaxileyê wan nekir. Ji ber ku dinava qadên taybet de tên li dar xistin, qet ne pêwîste destûrê bigirin. Ger turnûvaya me qedexe bûya, em duh bi şev turnûvaya xwe berdewam nedikir. Dê destûr nedaban me. Emê turnûvaya xwe berdewam bikin. Ev êrîş û serdegirtin me natirsînin. Emê li ber xwe bidin.”
Eren di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Amedî turnûvaya me dişopînin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku bi me re li ber xwe bidin.”