AMED - Danişîna doza 4 jê girtî 12 endamên rêxistinên sûc ên xwe wekî polis, muxbîr û JÎTEM'ê dan naskirin û ji ber ku ji kesên dozê wan hebûn pere kom kirin dihatin darizandin hat dîtin. Di danişînê de 4 bersûcên girtî dihatin darizandin hatin berdan.
2'emîn danişîna doza 4 jê girtî 12 kesên ku xwe wekî polîs, muxbîr û JÎTEM li Amedê dan naskirin û ji kesên der barê wan de biryara lêgerîne û doz hebûn pere kom kirin, li 37emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Danişina doza Amîrê Polîsan Îlker T., Yuksel B., Şeyhmus A. û Serdar D. jî di navde 4 jê girtî 12 kesên dihatin darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de bersûcên girtî û serbest tên darizandin tevî parêzerên xwe amade bûn. Dîsa parêzerên mexdûr û mextûr jî amade bûn. Di danişînê de muşteki Ayşe K., diyar kir ku bavê wê Muhittin K.ji aliyê bersûv hatiye xapandin. Ayşe K. da zanîn ku polîsan li wan şantaj kiriye û wiha got: "Bersûc Îlker T. û Seyda wêneyê bavê min kişand û 37 hezar tl pere ji me stend. Cara duyemîn hat û vê carê 20 hezar TL pere ji me xwest. Piştî min b^yuer ji bavê xwe re got Yuksel B. û Îlker T. hatin mala me. 20 salin em Yuksel B. û Îlker T. nas dikin. Min Yuksel ji malê qewirand. Lê Îlker li malê ma. Dema ez bi Îlker re di axivîm bi kulman li deriyê me xistin. Dema min derî vekir kes tune bû. Kaxizek ku neheqî li me dikir bi derî ve zeliqandibûn. Min ji Îlker re got hûn çima li Qereqolê bavê min dixapînin. Îlker jî got em dozê bi pereyan çê dikin. Me şerefa bavê de xelas kir. 50-60 hezar tl zerara me çêbû. Heta zerara me neyê dayîn ez gilîdarê wi me."
Îlker T. xwest bê berdan. Parêzerê Îlker ji anî ziman ku muwekilê wî 19 mehin girtî ye û bi KHK'ê hatiye îxrackirin û xwest bê berdan.
Heyeta dadgehê piştî navberê der barê 4 bersûcê girtî tên darizandin Îlker T., Yuksel B., Şeyhmus A. û Serdar D. de biryara berdanê da û ew tahliye kirin. Heyetê doz taloqî demên pêş kir.