STENBOL - Polîsan li Kuçukarmutlu, bi ser malekê de girtin û Îbrahîmn Devrîm Top kuştin. Hat îdîa kirin ku Top bi polîsan re şer kiriye.
Li Taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyer a Stenbolê, polîsan şevê din bi ser malekê de girtin û Îbrahîm Devrîm Top kuştin. Hat îdîa kirin ku Top bi polîsan re şer kiriye.
Baroya Hiqûqî ya Gel, li ser adresa xwe Twîtter a fermî di daxuyaniya da de wiha got: “Polîsan li Taxa Kuçukarmutlu bi ser malekê de girtin, xwediyê malê Hakan Yildiz û Sevgî Yildiz binçavkirin. Ji heman malê dengên çekan hat û dûre cenazeyekê di torbeyê term de derxistin.”
‘NÊZÎ 15 DEQAN DENGÊN ÇEKAN HAT’
Welatiyên taxê, diyar kirin ku li derdora saet 03.00’yê şevê dengên çekan hat û dengên çekan heya 15 deqeyan berdewam kir. Welatiyên taxê, zanîn ziman ku Îbrahîm Devrîm Top ji Çorumê bû û li mala mamosteyekê bi KHK’ê ji kar hatibû avêtin dima. Welatiyan, dan zanîn ku polîsan bi şev bi ser malê de girtin, xwediyê malê Hakan Yildiz û Sevgî Yildiz binçavkirin û dengê çekan jî ji heman malê hatin. Hat diyar kirin ku welatiyên xwestin derkevin derve û li bûyerê mêze bikin, ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Hat zanîn ku polîsan cenazeyê Top rakirin Saziya Tipa Edliyê.