AMED - Mamosteyê emekdar Mehmet Kirik ê di kolanên Amedê de radiza û digeriya û weke Qirix Miheme dihat naskirin li navçeya Yenîşehîrê mirî hat dîtin.
Mamosteyê emekdar Mehmet Kirik ê 55 salî yê di kolanên Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê de radiza û digeriya û weke Qirix Miheme dihat naskirin, îro di saet 12.00’an de li Kolana 4’emîn a Akkoyunlu ya taxa Kooperatîfê li baxçeyê kafeyekê mirî hat dîtin.
Qirix Miheme yê li ser kursî sabît mayî, xwediyê kafe ferq dike ku ji devê wî xwîn diherike û agahiyê de ekîbên tenduristiyê. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, piştî kontrola nabza Miheme kirin, anîn ziman ku jiyana xwe ji dest daye. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku dibe ku Qirix Miheme krîza dil derbas kiri be û dê piştî otopsiyê sedema mirina wî diyar bibe. Polîsên hatin cihê bûyerê, lêpirsîn dan destpêkirin û cenazeyê Miheme ji bo otopsiyê rakirina Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. 5