ENQERE – 15'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê li Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê cara 15'emîn doz taloq kir. Heyetê, daxwaza ku bila malbatên agahiya wan ji dosyayê tuneye bibin xwedî agahî, kesên berê şahidî kiribûn wekî şahid bên guhda, kirin red kir.
Li navçeya Qosera Mêrdînê di salên 1992 û 1996’an de 22 kest hatin kuştin û winda kirin. 15’emîn danişîna “Doza JÎTEM'ê ya Qoserê” ya dar barê berpirsên windakirina 22 kesan de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Enqerê hat dîtin. Bersûc beşdarî dozê nebûn. Parêzer û parêzên mexdûran Senem Doganoglu û Nuray Ozdogan tev li danişînê bûn. Di dozê de Serheng Albay Hasan Atilla Ugur, Serheng û Fermanadarê Cendirmeyan ê Amedê Eşref Hatipoglu, Fermandarê bolukêya Cendirmeyan Ahmet Boncuk, Serçavîş Unal Alkan û Cerdevanê gundan Abdurrahman Kurga, Mehmet Emin Kurga, Ramazan Çetin, Mehmet Salih Kilinçaslan û Îsmet Kandemir bi îdîaya “Rêxistina çekdarî avakirine û endamê rêxistina çekdarî ne" ji dozê tên darizandin. Di danişînê de dosya hat xwendin û parêzera mexdûran Senem Doganoglu, diyar kir ku di rûniştina berê de jî daxwaz kiribûn û wiha got: "Em dixwazin der barê kuştina Yusuf Çakar de xizmên wî wekî şahid ben guhdar kirin. Em dixwazin xizmên wî beriya dozê bên agahdar kirin. Em dixwazin Husnu Acay, Bahri Yigit û Eyup Yigit wekî şahid bên guhdar kirin. "
Em dixwazin der barê kuştina Yusuf Çakar’ de têkildarî xebatên JÎTEM'ê Hekko Kurtar, Halil Direk, Tayyip Gunay jî wekî şahid bên guhdar kirin. Dema dosya şandibûn HSYK'ê xwestibûn Suleyman Gumuş, Azda Unal, Suleyman Tunç, Sinan Turan, Abdulkadir Abak, Îsmail Aslan û Cemil Aydogan bên guhdarkirin. Lê ji ber ku xwe negîhandibûn dosyayên wan ew guhdar nekiribûn. Em dixwazin dîsa navnişana wan bê lêkolînkirin û ji nûve bên guhdar kirin.
Parêzera mexdûran Nuray Ozdogan jî dîsa daxwaza Semen dubare kir.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 18'ê Kanunê kir.
Prz. Nuray Ozdogan, piştî danişînê diyar kir ku hêj kesên wekî muştekî beşdarî vê dosyayê nebûne hene. Dadgehê destûr nedan ku ev kesana agahiyan bidin. Berê biryar hatibû dayîn ku wekî şahid bên guhdar kirin. Lê niha dadgeh vê biryara xwe ya berê red dike.