ENQERE - Serokwekîlê Komîsyona Mafê Miran a Meclîsa CHP’ê Sezgên Tanrikulu, rapora Binpêkirên Mafên Mirovan ên Meha Tabaxê parve kir û li gorî raporê di çarçoveya azadiya ramanê de lêpirsîn darbarê 1205 kesan de hatiye destpêkirin, 189 kes rastî îşkenceyê hatin û 294 kesan jî jiyan xwe ji dest dan.
Serokwekîlê Komîsyona Mafê Miran a Meclîs û parlamentere CHP’ê yê Stenbolê Sezgên Tanrikulu, rapora binavê “Binpêkirinên Mafan ên Meha Tebaxa 2018’an’ parve kir. Li gorî danayên raporê, di meha Tebaxê de 38 birîndar bûne û 294 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Di rapora hat eşkere kirin de wiha hat gotin: “41 jinan di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane. 59 kesan jî di pevçûnên bi çek de jiyana xwe ji dest dane. 180 kes ji ber cînayên kar hatin kuştin û 9 kesên koçber jî jiyana xwe ji dest dane.
Dinava mehê de 189 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan di girtîgehan de hatine jiyîn û di van bûyeran de îşkece û muameleya xerab li girtiya hatiye kirin. Dîsan ji ber parvekirinên meyda civakî di çarçoveya azadiya ramanê de, derbarê 1205’an de lêpirsîn hatiye destpêkirin, lê tenê ji van 39 bûyer di çapemeniyê de hatin servîskirin,
Di nava meha Tebaxê de komeleyek hat girtin, qeyûm tayînê şaredariyekê hat kirin, herî kêm mûdaxilê 40 çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê hatin kirin. 5 çalakî, xwepêşandan û şano hatin qedexekrin. 227 kes jî ji ber daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cuda hatin binçavkirin.”