EDENE - Cenazeyê Abdulhamît Ozbahçe yê HPG’î yê bi hevalekê xwe re di encama êrîşa SÎHA ya Çiyayên Amanos de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat girtin û birin Dêrikê.
Li Çiyayên Amanos ê navçeya Payas a Hatayê, di êrîşa Balafira Bêmirov a Biçek (SÎHA) ya di 28’ê Tebaxê pêk hat de 2 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê HPG’iyan berî 10 rojan ji bo otopsiye anîn Morga Saziya Tipa Edlî (ATK) a Edeneyê. Malbata Abdulhamît Ozbahçe (Mazlum Pilîng) duh çûn Hatiyê û dûre derbasî ATK’a Edeneyê bûn û cenazeyê kurê xwe teşhîs kirin. Malbatê, diyar kir ku li morgê du cenaze nîşanî wan kirin û li ser cenazeyan şopên şewatê hebûn.
Malbata cenazeyê kurê xwe Ozbehçe teşhîs kir, ji bo definkirina cenaze di saetên serê sibê de ber bi navçeya Dêrika Mêrdînê ve ket rê.