AMED - Prz. Reyhan Yalçindag Baydemîr, bertek nîşanî bi zorê anîna mûwekîla wê Fîgen Yuksekdag a odeya SEGBÎS’ê da û got: “SEGBÎS ji bo kesên naxwazin bên dadgehê pêkane. Lê daxwaza mûwekîla min a dixwaze bê salona dadgehê bi awayekê bêhiqîqî hat redkirin. Bi zorê anîna SEGBÎSê li dijî pîvana sedsaliye.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya berê Fîgen Yuksekdag, piştî di 4’ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin îfade da. Bi îdîaya ku Yuksekdag di wê îfadeya xwe de “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê kêm xistiye” doz lê hat vekirin. Danişîna dozê di 11’ê Îlonê de li 13’emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin û Yuksekdag bi zorê anîn odeya SEGBÎS’ê. Parêzerê Yuksekdag Reyhan Yalçindag Baydemîr, bertek nîşanî vê pêkanîna li dijî Yuksekdag da û got ku bi zorê anîna odeya SEGBÎS’ê li dijî pîvanên hiqûqî û sedsaliye.
‘PARASTINA DI SEGBÎSÊ DE MEKANIK KIRINE’
Yalçindag, diyar kir ku daxwaza mûwekîla wê ya di huzûra dadger de îfade bide, tim tê redkirin û wiha axivî: “Êdî wisan bûye, şandeyên dadgehan, di dema biryar dayîna dozê de jî serî li rêbazên SEGBÎS’ê didin. Pergala SEGBÎS’ê li dijî pîvana ‘sedsaliye.’ Mûwekîla min di girtîgehê deye. Nabe ku bi rêya kamerayan beşdarî dadgehê bibe. Êdî parastina di SEGBÎS’ê de jî mekanîk kirine. SEGBÎS tin xeta didin û pêkanînek ne li gorî serdemê ye. Ev mijara nîqaşê ye. Ew mafê dadgeran tuneye ku kesekê bi zorê bine SEGBÎS’ê. Li şûna zorî û zehmetiyên di SEGBÎS’ê de derbas bikin, hilbijêrên HDP û DBP’ê bi zorê tînin SEGBÎS’ê.”
‘PÎVANA DARIZANDINEK ADÎLANE TÊ ÎHLALKIRIN’
Yalçindag, da zanîn ku ji bo tevlîbûna SEGBÎS’ê tu pêkanînê bi zorê tuneye û wiha bilêv kir : “Kesên naxwazin bên dadgehê û negirtîne bi zorê tînin dadgehan. Ji xwe CMK’a yê şert û mecên bi zorê anîna dadgehê guhertin. Daxwaza mûwekîla min a dixwaze bê salona dadgehê, bi awayekê bêhiqîqî hat redkirin. Pîvana darizandina adîlane tê îhlalkirin. Ji ber ku hilbijêrên HDP’ê li bajarên tên darizandin namîn in, serî li rêbazên SEGBÎS’ê tên dayîn. Mûwekîlên me vê rewşê qet tercih nakin. Daxwaza wan a sewqê jî nayê qebûl kirin. Ev bêhiqûqiyek mezin, nayê qebûlkirin.”