ENQERE - Endama komîsyona rapora girtiyên nexweş a ÎHD'ê û ATO Dr. Fîlîz Unal, diyar kir ku dema girtiyan sewqî nexweşxaneyê dikin, ji bo hekîm kar û sûcê girtî ne girîng e û wiha got: "Divê hekîmê ku girtiyan muayine dike, ne li sûc û karê wî, divê li mafê wî yê tenduristiyê û tenduristiya wî binere."
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), duh rapora girtîgehên herêma Anadoliya Navîn amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Komîsyonê li ser rewşa 127 girtiyên nexweş rapor amade kir. Komîsyon dê raporê ji wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û komîsyona mafên mirovan a Meclisa Tirkiye re bişînin. Komîsyonê rapora amade kirine li girtîgehên Tîpa T a Dînara Afyonê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Tîpa H a Eskişehirê Girtîgeha Hêjmar F-2 a Bunyana Qeyseriyê, Girtîgeha Jinan a Sincanê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleş û Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi giştî rewşa 127 girtiyen nexweş tespît kir. komîsyonê da zanîn ku girtî nikarin xwe bigînin xizmeta tenduristiyê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê li 449 girtîgehan kapasiteya 211 hezar û 274 girtiyan heye. Lê li van girtîgehan 246 hezar û 426 girtî hene. Li gorî van daneyan xizmeta tenduristî baş nayê kirin. Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin.
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, ku rapor amade kir, diyar kir ku 2 salin daneyan kom dike û daneyên 2 salan kirine rapor. Çevîrmen, bal kişand ser pirsgirêkên heyî û wiha got: "Li girtîgehan Girtî bi kelepçeyan tên dermankirin. Girtî bi erebeyên rîngê di qefesan de tên girtin. Sewqên girtiyan dereng dihêlin û dirêj dikin. Girtî raporên tenduristiyê dixwazin. lê raporê nadin wan. Girtiyên ku tenduristiya wan giran û nikarin li girtigehê bimînin dîsa li girtîgehê tên girtin. Divê rapor bê dayîn. Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê rastî neheqî û gotinên nifrînê tên. Bi hinceta kontrolên deve sewqan girtiyan dereng te kirin. Girtiyên nexweş ji diyet û xwarinê mahrûm dikin. Dîsa ava paqij nadin wan. Li tevahiya Tirkiye Hezar û 114 girtiyên nexweş hene û nêzî 400 girtiyên rewşa wan pir giran e. "
Çevîrmen, da zanin ku ji ber hêjmara girtiyan zêde ye û rojê nastînin nexweş dikevin û dema nayên dermankirin nexweşî belav dibe û li ser wan giran dibe. Çevîrmen, anî ziman ku li gorî lîsteya di destê wan de ji girtiyên nexweş re name dişînin û der barê rewşa tenduristiya wan de dibin xwedî agahî û wiha got: "Hem bi rêya nameyan û hem jî bi rêya parêzerên ÎHD'ê em der barê tenduristiya girtiyan re rapor amade dikin. Piştî girtiyên name şandin jî em dê rewşa wan a tenduristiye bişopînin."
Endama komîsyona rapora girtiyên nexweş a ÎHD'ê û ATO Dr. Fîlîz Unal, diyar kir ku dema girtiyan sewqî nexweşxaneyê dikin, ji bo hekîm kar û sûcê girtî ne girîng e û wiha got: "Divê hekîmê ku girtiyan muayine dike, ne li sûc û karê wî, divê li mafê wî yê tenduristiyê û tenduristiya wî binere. Kesên bi nexweşa kronîk hene. Divê ev girtî bi lez sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Me li ser rewşa van girtiyan lêkolîn kir. Divê hekîm cudahiyê nexin nava girtiyan. Nexweşên serbest û nexweşên girtî divê ji bo hekîman ferq neke. Divê hekîm teqez cudahiyê nexe nava wan û wekî hev li wan binere û xizmetê bidin wan. Kesên ku girtî bin û sewqî girtîgehê dikin der barê naveroka dosya wan de nîşe dinivîse û wan dişinin nexweşxaneyê. Li gorî sûc an jî karê kiriye wan derman dikin. Ev rewşek pir xerab e. Ev nerina dewletê ya li hemberî mirovan nîşan dide. Divê kesên rewşa wan giran be bi lez bên dermankirin. Mînak kesên bi nexweşiya Behçetê divê bi lez ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. Divê bi rêk û pêk dermanên girtiyên nexweş bidin wan û di nava şert û mercên bi tenduristî bimînin. Me di raporê de li gorî giranbûna nexweşiyan reng danîn. Yên rengê zor rewşa wan giran in. Yên rengê zer divê bi rêk û pêk bên dermankirin. Yên renge kesk jî divê karibin ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin."
Unal, da zanîn ku teqez divê girtî bi kelepçeyan neyên dermankirin û wiha bi dawî kir: "Bi salan e agahiya ku girti bi kelepçe tên dermankirin ji mere tê. Lê di demên dawî de ev agahî zêde bûye û ev yek li dijî mafê dermankirinê ye. Ji ber ku bi kelepçeyan muayine nayê kirin.
Li gorî rapora me 27 girtiyên nexweşê giran ku nikarin li girtîgehan bimînin hene. Kesên nexweş wiha ne: Li Girtîgeha Tîpa F a Bolu: Hayati Kaytan, Nesip Aslankiliç, Cesim Kahraman, Sinan Turkmen, Mehmet Çelebi Çalan, Seyfettin Bahar, Mehmet Zeki Esen, Refîk Sunkur, Bahattin Solhan, Ramazan Kiran, Hasan Alkiş, Yıldırım Demir. Li Girtîgeha Tîpa T a Manisayê: Huseyin Alkiş, Li Girtîgeha Tîpa H a Eskişehirê: Hayati Elçiçek, Li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê: Ebedin Abî, Sedat Avci, Yaşar Alat. Li Girtîgeha Hejmar 1 a Xerpêtê: Mehdi Boz. Li Girtîgeha Sîncanê ku sewqî Wanê kir: Medya Çınar, Pinar Tikit, Rihan Kavak Ozbek. Li Girtîgeha tîpa F a Kirikkale: Resul Kocaturk, Salih Gun, Sinan Akbayir, Zeynel Karabulut. Li Girtîgeha Tipa T a Tokatê: Aydın Degirmencî."
MA / Berivan Altan