RIHA - Muhammed Elmîhalê ku li Sûriyeyê li Zanîngeha Şamê Beşa Rojnamevaniyê dixwend û ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji neçarî hat Rihayê, diyar kir ku xewn û xeyalên wî welatê wî ye û dixwaze ev xewn û xeyal li wir pêk bên.
Muhammed Elmîhalê 25 salî yê ji Îdlibê, ku li welatê xwe Sûriyeyê li Zanîngeha Şamê Beşa Rojnamevaniyê dixwend û ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê mecbûr ma berê xwe da Rihayê, diyar kir ku dixwaze roojek berî rojekê biçe welatê xwe û rojnamevaniyê bike. Elmîhalê ku li Rihayê di fabrîkaya hişkirina îsotan de dixebite, got ew li bendê ye ku rojek berî rojekê şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û biçe welatê xwe beşa xwe biqedîne û got: "Tenê bedena min li vira ye, lê ruhê min li wir e."
‘ŞERÊ XEYALÊN MIN SEROBINO KIRIN'
Elmîhal, diyar kir ku dema li Sûriyeyê rojnamevanî dixwend di heman demî de di rojnameyekê de jî dixebitî û dema di pola sisêyan de bû ji ber şer mecbûr maye dev ji zanîngehê berde. Elmîhal, anî ziman ku ji bo xwendina wî dewam bike wî pir li ber xwe daye, lê belê çênebûye û got: "Şer, xeyalên min hemû serobino kirin. Xeyala min a mezin ew e ku bibim rojnamevan. Min di kêfxweşî dest bi zanîngehê kiribû. Ez ê bixebitiyama û bibûma rojnamevanekî baş. Lê niha ji ber şer min dev ji zanîngehê berdaye, lê wexta şer biqede ez ê dibistana xwe dewam bikim. Ji bo li Tirkiyeyê bixwînim ketim ezmûnê, lê bi ser neketim."
‘EM ÊN SÛRIYEYÊ NE'
Elmîhal, diyar kir ku wî pir bêriya Sûriyeyê kiriye û wî her tiştên xwe li wir hiştiye û hatine vira. Elmîhal, destnîşan kir ku xewn û xeyalên wî hemû li welatê wî ne û dixwaze van xewn û xeyalan li wir pêk bîne. Elmîhal got: "Eger niha dawî li şer bê, bê şik û guman ez ê biçim. Çimkî em ê wir in. Lê niha li welatê me şerekî mezin heye. Li hêlekê Rûsya, li hêlekê Amerîka, li hêlekê jî Îran. Ev welatên mezin ji bo xwe li wir in. Gelê Sûriyeyê ne xema wan e. Ne ji bo berjewendiyên gelên Sûriyeyê, ji ên xwe tev digerin. Ji ber ku herkes ji bo berjewendiyên xwe tev digere, şer jî dirêj dibe. Ên mexdûr dîsa em in."
‘MECBÛR IM BIXEBITIM'
Elmîhal, bilêv kir ku ji bo xebatê ew li gelek bajarên Tirkiyeyê geriyaye û ji bo debara malbata xwe ew mecbûr e bixebite. Elmîhal, diyar kir ku karê hişkirina îsotan karekî pir zehmet e û got: "Riha pir germ e. Dema şewata îsotan jî li vê germê zêde dibe, kar zehmettir dibe. Her derê me ji ber îsotê dişewite. Êvarî dema diçim malê her derê min dişewite. Destpêkê pir zehmet bû. Paşê hîn bûm. her wiha zêde pereyan jî qezenc nakim, lê ji mecbûrî dixebitim."