ŞIRNEX - Wezareta Bazirganiyê bi hinceta "îstikrara fiyetan" îxracatkirina arvan kêm kir. Ji ber vê yekê TIR û qamyonên barê wan arvan e, bi rojan e li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê sekinandîne. Ji ber ku destûra derbasbûyînê nayêd ayîn, hin ajovan vegeriyan malên xwe û hin jê jî sekinîne. Ajovanan got: "Em ê heta kengî wiha bisekinin?"
Piştî zêdebûna qûrên dowîzî, Wezareta Bazirganiyê çend roj berê biryar girt û bi hinceta "îstikrara fiyetan, parastina mezêxeran û rêgirtina li ber spekulasyonê" îxracatkirina arvan kêm kir. Piştî vê biryarê destûra derbasbûyîna zêdeyî hezar qamyon û TIR'ên barê wan arvan ên li Deriyê Sînor ê Xabûrê nehat dayîn. Ev biryar nêzî du hefte berê hat girtin û heta niha tu geşedan rû endane. Ji ber vê hin ajovanên ku bi rojane li ber deriyê sînor sekinandî ne vegeriyan malên xwe.
'KESÎ LI HALÊ ME NEPIRSÎ'
Ajovan Mudayîm Eskîcî, diyar kir ku dewletê pirsgirêk çareser nekiriye û ji ber wan bar teslîm nekiriye pereyên xwe negirtine. Eskîcî, destnîşan kir ku bi rojan e li ber deriyê sînor in, lê belê tu rayedar li halê wan nepirsiye. Eskîcî, anî ziman ku ne heqê wan tê dayîn û ne li wan tê pirsîn û xwest rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin.
Ajovan Hamît Kabûl jî, diyar kir ku 10 roj berê wî ji Mêrdînê mal bar kiriye, lê belê di Gumruka Qoserê de ew bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemane, lê li Deriyê Xabûrê destûra wan nehatiye dayîn û got: "Eger qedexe be bila nehiştana em ji Qoserê derketana. Em hatin vira gumrukê ji me re got qedexe ye." Kabûl xwest rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin.