NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek esnafên kurd li Koyê dikanên xwe girtin û ji ber darvekirina ciwanên kurd helwesta Rejîma ÎRanê şermezar kirin. Li gelek bajarên Rojhilat dîsa esnafan dikan venekirin û helwesta Îranê şermezar kirin.
Rejîma Îranê di 8'ê îlonê de aktîvîstên kurd Ramin Hossein Panahi, Zanyar Muradî û Loqman Muradî darve kirin û piştre li Navçeya Koyê ya Herêma Kurdistana Federe li dijî rêveberên PDK-Î û HDK'ê êrîş pêk anîn. Gelek kes hatin kuştin. Li Koyê û gelek bajarên Rojhilat esnafên kurd çalakî pêk anîn û helwesta rejîma Îranê şermezar kirin. Di saetên serê sibê de gelek esnafan dikan girtin û helwesta Îranê ya li dijî kurdan şermezar kirin. Tevî hemû astengiyan dîsa esnafan çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakiya ku duh li Sine dest pê kir, li wargehên Merîwan, Kamîran, Bane, Mahabad, Pîranşar, Serdeşt û Şino’ belav bûn. Hêzên Rejîma Îranê li Banê bi ser dikanan de girt û kilîdên dikanên esnafên ku deriyê dikanên xwe girtibûn şikandin. Lê tevî hemû êrîşen hêzên rejîma Îranê gel dikanên xwe venekirin û çalakiyên xwe berdewam kirin. Hêzên rejîma Îranê li Mahabadê jî êrîşî esnafan kir û xwest dikanên xwe vekin. Li Kirmaşanê jî esnaf neçûn ser kar û jiyan rawestiya.
Rejima Îranê di 8'ê îlonê de dîsa êrîşî navenda rêveberên HDK, HDK-Î ya li Koye kiribû û di bûyerê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 40 kes birîndar bûbûn.
KURDAN LI PÊŞ OFÎSA NY'Ê ÇALAKÎ PÊK ANÎN
Li Hewlerê jî komek kurd bi heman armancê li ber baregeha ofîsa nûneratiya Netewên Yekgirtî (NY) a li Hewlêrê çalakî pêk anîn. Koma ji nûnerên kurdan pêk dihat êrişa Îranê ya li dijî Koyê û darvekirina 3 ciwanên kurd şermezar kirin.