ÊLIH - Danişîna Doza Êzidiyan a li dijî dagirkirina gundê wan Kelhok a Qûbînê vekiribûn, hat taloqkirin. Êzidiyan, diyar kirin ku ewê dest ji axa xwe bernedin û gotin: “Ev doz tenê doza gundê me nîne, doza hemû Êzidiyên ax û gundên wan hatine dagirkirine.”
4’emîn danişîna doza malbatên Êzidî yên di sala 1992’yan de, ji gundê Kelhok ê navçeya Qûbîna Êlihê koçî Ewropa kirin û li dijî dagirkirina gundên wan ê ji aliyê Karabulutkar ên ji Aşîra Roşkotan ve hat dagirkirin vekirbûn, li Dadgeha Hiqûqî ya Sulhê hat dîtin. Doz 6 sale berdewam dike. Malbatên Êzidî yên doz vekiribûn, parêzerên wan Abdullah Akin, Galo Erkiş û parêzerê dozbaran Abdullahît Çakan di danişînê de amade bûn. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Êlihê Devran Yildiz, rêveberên Koordînasyona Meclîsên Gund ên Yekitiya Êzidiyên Awropa Saît Kelen û Azîz Alkiş danişîn şopandin.
'HATINE DAGIRKIRIN'
Parêzerê malbatên Êzidî Abdulah Akin, parastin kir û wiha axivî: “Gund alîdê Êzidiyane û hatiye dagirkirin. Malên aîdê me bi awayekê bi hiqûqî hatine dagirkirin. Em dixwazin ev doza em bê qebûl kirin û edalet cihê xwe bibîne.” Parêzerê dozbaran Abdulhamît Çakan jî, parastin kir û got “Divê doz bê redkirin. Li ser neguhêzbaran mal û milk hatine çêkirin. Divê nirxê van avahiyan jî bên hesabkirin.” 5Dadger ji bo amadekariya parastina wekîlên dozê danişîn taloqî 3’yê Cotmehê kir.
‘EV DOZA HEMÛ ÊZIDIYANE’
Nedîm Erkîş ê doz vekirî piştî danişînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Ji bo em gundê xwe paşve bistînin 6 salin em têdikoşin. Ev doz ne tenê doza me ye, doza hemû Êzidiyên welatê wan hatiye dagirkirine. Ev doza hemû Êzidiyane. Êzidî dê dest ji axa xwe bernedin. Heya ku em gundê xwe paşve bistînin, emê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Kesên di vê têkoşînê de piştgiriyê didin me hene. Em spasiya hemûyan dikin.”
‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN’
Rêveberê Koordînasyona Meclîsên Gundên Yekitiya Êzidiyên Awropa Azîz Alkiş jî, da zanîn ku ewê li dijî hemû kesên dest danîne ser mal û milkê Êzidiyan dê têbikoşin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku em, hemû axa me ya hatiye dagirkirin paşve bistînin, emê têkoşîn xwe berdewam bikin. Em ê di qada navneteweyî de jî, vê têkoşîn xwe bidomînin.”