ENQERE – Endama MYK'ê ya ÎHD Nuray Çevirmen, rapora ku ligel Odeya Tabiban a Enqereyê der barê girtiyên nexweş ên li Herêma Anatoliya de amade kir, dê ji Wezîrê Tenduristî, Wezirê Edaletê Meclîsa Tirkiye û Komîsyona Mafên Mirovan re bişîne.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê û Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), rapora girtîgehên herêma Anadoliya Navîn li avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê bi raya giştî re aşkere kirin. Di civîna çapemeniye de nûnerên HDP, ATO û İHD'e amade bûn. Li ser navê saziyan Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, rapora ku amade kir parve kir. Çevîrmen, diyar kir ku 2 salin daneyan kom dike û daneyên 2 salan kirine rapor.
‘LI HERÊMÊ 127 GIRTIYÊN NEXWEŞ HATIN TESPÎTKIRIN'
Çevîrmen, anî ziman ku rapora ku wan amade kiriye dê ji Wezîrê Tenduristî, Wezirê Edaletê Meclîsa Tirkiye û Komîsyona Mafên Mirovan re bişîne û wiha got: “Me li girtîgehên Tîpa T a Dînara Afyonê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Girtîgeha Tîpa H a Eskişehirê Girtîgeha Hêjmar F-2 a Bunyana Qeyseriyê, Girtîgeha Jinan a Sincanê, Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleş û Girtîgeha Tîpa T a Tokatê bi giştî rewşa 127 girtiyen nexweş tespît kir. Ev girtî nikarin xwe bigînin xizmeta tenduristiyê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê li 449 girtîgehan kapasiteya 211 hezar û 274 girtiyan heye. Lê li van girtîgehan 246 hezar û 426 girtî hene. Li gorî van daneyan xizmeta tenduristî baş nayê kirin. Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê bigirin."
Çevîrmen, bal kişand ser pirsgirekên girtîgehan û pirsgirêkên sereke wiha rêz kir:
“*Girtî bi kelepçeyan tên dermankirin.
*Girtî bi erebeyên rîngê di qefesan de tên girtin.
* Sewqên girtiyan dereng dihêlin û dirêj dikin.
* Girtî raporên tenduristiyê dixwazin. lê raporê nadin wan.
* Girtiyên ku tenduristiya wan giran û nikarin li girtigehê bimînin dîsa li girtîgehê tên girtin. Divê rapor bê dayîn.
* Girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê rastî neheqî û gotinên nifrînê tên.
* Bi hinceta kontrolên deve sewqan girtiyan dereng te kirin.
*Bulunduğu cezaevinden başka cezaevine nakil edilen mahkûmların sağlık dosyalarının geç gelmesi, yeni geldiği kurumda ilaç temininin gecikmesi ve geldiği kurumda ya da kurumun bulunduğu il/ilçe hastanelerinde hastanın takibini yapacak ilgili uzmanlık dalı hekimin bulunmaması,
* Girtiyên nexweş ji diyet û xwarinê mahrûm dikin. Dîsa ava paqij nadin wan.
LI GIRTÎGEHAN MIRIN ZÊDE BÛ
Çevîrmen, da zanîn ku li tevahiya Tirkiye Hezar û 114 girtiyên nexweş hene û nêzî 400 girtiyên rewşa wan pir giran e. Çevirmen, da zanîn ku ji ber girtî di şertên xerab de tên girtin û nayên dermankirin hêjmara girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin zêde bûn. Çevîrmen, destnîşan kir ku dê raporê ji Wezîrê Tenduristî, Wezirê Edaletê Meclîsa Tirkiye û Komîsyona Mafên Mirovan re bişîne.