AMED - Li Amedê du malbat li ser erd pevçûn û di pevçûnê de 4 kes birîndar bûn.
Li taxa Harmanardi ya navçeya Peyasa Amedê, di saetên serê sibê de du malbat li ser erd pev ketin. Piştî nîqaşa dinavbera her du malbatan de, pevçûna bi çêk derket û 4 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcle û Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ên Amedê.
Cendirmeyên hatin taxê, li cihê bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin. Cendirmeyan dest danîn ser çekên di pevçûnê de hatin bi karanîn û kesek kirin binçavan.