STENBOL – Danişina doza xebatkar û edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Edliyeya Stenbolê hat ditin. Heyeta dadgehê tenê xebatkarek rojnameyê serbest berda. Heyetê der barê 5 rojnamegeran de jî biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 6'ê Kanûnê kir.
1'emîn danişîna doza 6 jê girtî 14 xebatkar û edîtorên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK'ê hat girtin û dest danîn ser amûrên wan li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê despê kir. 6 rojnamberên girtî û xebatkarê rojnameyê yê negirtî Ramazan Sola di danişînê de amade bûn. Di danişînê de xebatkar û edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar, Îshak Yasul, Mehmet Alî Çelebi, Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û Pınar Tarlak ên girtî tên darizandin û xebatkarê rojnameyê Ramazan Sola li salonê amade bû. Leşkeran rojnameber bi destên kelepçekirî anîn salona danişînê. Gelek rojnameger, malbatên wan, şandeyên biyanî, parlamenterên HDP’ê Ahmet Şik, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu û rêxistinên pişeyî li salona dadgehê amade bûn. Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameyê Îhsan Yaşar, di parastinê de bal kişand ser pêvajoya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û diyar kir ku li dijî armanca xwe xebat nekirine. Yaşar hemû îdîayên der barê xwe û rojnameyê de red kirin.
'STRANÊN KURDÎ DELÎL TÊ HESIBANDIN'
Edîtora Rojnameyê Hîcran Urun jî parastin kir û wiha got: "Ez rojnameger im. Li vî welatî ne tenê iktidar hemû kes dixwazin rastiyan bibhîzin. Em jî dixwazin bibin denge kesên ku medya hawiz nabe dengê wan, dengê wan bilind bikin.b Me dengê muxalifan bilind kir. Ev rêgezek rojnamegeriyê ye. Ez bêtir bi nûçeyên jinan eleqeder dibim. Çavkaniyên me yên nûçeyan diyar in. Bi armanca ez bibim denge yên din min dest bi vî pîşeyî kir û niha didomînim. Ji ber ku em dibin dengê aliyekî civakê divê ev yek neyê tawanbarkirin. Di îudianameya min de cih dide stranên kurdî. Pişaftinê dikin." Urun piştî parastinê hemû îdîayên der barê xwe de red kir.
Xebatkara Rojnameyê Pinar Tarlak jî parastin kir û wiha got: “Sedema binçavkirin û girtina min, ji ber ku ez di Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de kar dikim. Ev rojname li hemû aliyê Tirkiye tê belavkirin. Ez xebatên hundirê buro yên rojnameyê dikim. " Piştî Tarlak, xebatkarên rojnamyê Ajokar Ramazan Sola, Edîtor Mehmet Ali Çelebî, Edîtor Reyhan Hacioglu parastin kirin û îdîayên der bare xwe de red kirin. Parêzeran jî parastin kirin û xwestin muwekilê wan serbest bên berdan. Dozger jî tenê xwet Pinar Tarlak bê berdan u 5 kesên din girtî bên darizandin.
Heyeta dadgehê piştî parastina rojnamegeran û parêzeran navber da danişînê.
Heyeta dadgehê piştî navberê der barê Pinar Tarlak de biryara tahliye da û der barê rojnameger Îhsan Yaşar, Îshak Yasul, Mehmet Alî Çelebi, Hîcran Urun û Reyhan Hacioglu de biryara berdewama girtinê da û doz taloqî 6'ê Kanûnê kir.