NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî diyar kir ku di cînayeta kar de 2 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî navê 2 karkerên ku di nava 24 saetên dawî de di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane parve kir. Li gorî daneyên ÎSÎG'ê ku li ser malperê belav kirin kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Emrullah Ozkan ê 50 salî bavê 2 zarokan e. Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê dema îskeleya profillên hesin qeynax dikir bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
Dîsa Karker Osman Kaplan ê 26 salî li Denizlî dema di înşaeta mizgeftê de kar dikir ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da.