ENQERE - Parêzerê Sînem Oguz a ji Girtigeha Tîpa T a Bunyanê ya Qeyseriyê anin Girtîgeha Jinan a Enqereyê û rastî derbkirina gardiyanan hat, Prz. Alîşan Şahin, li dijî gardiyanan serlêdana sûc kir.
Girtiya jin Sînem Oguz, a ji Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê di 9'ê Îlona 2018'an de anîn Girtîgeha Jinan a Enqereyê rastî lêdana gardiyanan hat. Gardiyanan dema Sînem Oguz anîn Girtîgehê "Lêgerîna tazî" li ser wê ferz kirin. Oguz ku lêgerîna tazî qebûl nekir, rastî lêdana gardiyanan hat. Şopa neynûkan li ser bil û zenda wê mabûn.
Prz. Alişan Şahin, diyar kir ku muwekila wî di 10'ê Îlone de derket pêşberî dadger û serpêhatiyên xwe vegotin. Muwekîla min rastî êrîşa 14 -15 gardiyanan hat. Li salona dadgehê piyê xwe nîşan da. Li ser mil û zendê wê şopa neynûk û lêdanê hebûn. Milê wê reş û şîn bûbû. Oguz ku rastî lêdanê hat rapor girt. Parêzerê Sinem Oguz, li dijî pêkaninên gardiyanan serlêdana suc kir. Prz. Alîşan Şahîn, di serlêdana suc de diyar kir ku muwekila wî di 9'ê Îlona 2018'an de dema ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Jinan a Enqereyê ji aliyê 10-15 gardiyanan ve rastî lêdan û îşkenceyê hatiye. Şahîn, da zanîn ku ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Şahîn xwest roja bûyerê dîmenê kamerayê bê lêkolînkirin u der barê berpirsiyaran de doz bê vekirin. Şahin xwest daxwazên wî li ber çavan bê girtin û kesên berbirsiyar bên darizandin.