STENBOL - Rojnamegeran, berî darizandina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrastî li ber edliyê daxuyanî dan. Berdevkê OGÎ Hakki Boltan, diyar kir ku ew weke xwendekarên Apê Mûsa bang dikin û dibêjin “Dê tu carî rastî di taritiyê de nemîne.”
Berî yekemîn danişîna doza dirizandin 6 jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin û dest danîn ser amûrên wan li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê despê bike, li ber Edeliya Çaglayana Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglu, Zuleyha Gulum û Ahmet Şik, DÎSK Basın-Îş, Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamya, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), Ajansa Mezopotamya (MA) û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê rojnamegeran Berdevkê OGÎ Hakki Boltan daxuyanî da.
Boltan, diyar kir ku ew carek din ji bo piştevahiya hempişeyên xwe yên girtî û azadiya rojnamegerên bi awayekî bê hiqûqî tên girtin daxwaz bikin li hev kom bûn. Boltan, anî ziman ku piştî qeyûm tayînê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hat kirin, hevalên wan xwediyê îmtiyazê yê rojnamê Îhsan Yaşar, Midûrê Karên Nivîsê Îshak Yasul, edîtorên rojnamê Reyhan Hacioglu, Hîcran Urun, Mehmet Alî Çelebî û xebatkara rojnamê Pinar Tarlak di operasyonê de hatin binçavkirin û 6 mehin ji ber karê pişeyî yê rojnamegertiyê girtin.
‘NÛÇE ÇÊKIRIN SÛC HAT DÎTIN’
Boltan, anî ziman ku di îdîanaya derbarê rojnamegeran hatî amadekirin de, nûçeyên li ser operasyona Efrînê weşandin weke “delîlên sûc” hatine dîtine û wiha got: “Rojnamegertî ne sûce. Hemû kar û xebarên rojnamê weke sûc tên dîtin. Di vê dozê de ya tê darizandin pişeya rojnamegertiyê ye. Em weke xwendekarên Apê Mûsa, dixwazin hevalên me yên bi awayekê bêhiqûq tên darizandin serbest bên berdan. Tu caran rastî di tarîtiyê de namîne û çapemeniya azad dê tu carî neyê bêdenkirin. Ji rojnameberên girtî re azadî.”
‘MEDYA VEGUHERANDIN DENGÊ YEKZILAMÎ’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî axivî û wiha got: “Gelek saziyên çapemeniyê yên dibûn dengên mûxalîfan, derewên desthilatdariyê derdixistin holê û nûçeyên rast ên derbarê pêvajoyê de ji gel re radigihandin hatin girtin. Bi rêbaza kirînê gelek saziyên çapemeniyê, medya havuzê veguherandin rejîma yekzilamî û dengê yekzilamî. Hin sazî çapemeniyê yên ve yek qebûl nekirin jî, qeyûm tayînê wan kirin, girtin û dest danîn ser amûrên wan. Gel li welatekê jêderkên agahî girtina gel bên girtin, wê demê li wî welatî mirov nikare behsa hiqûq, azadî û edaletê bike. Niha li Tirkiyeyê jî hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin û bixin bin bandora xwe. Em têkoşîna rojnameberan a berdewam dike silav dikin.”
Piştî daxuyniyê girse, ji bo danişînê bişopîne derbasî edeliyê bûn.