AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 38'emin salvegera 12'ê Îlonê daxuyanî da û diyar kir ku Îktidara AKP û MHP'ê li ruh û polîtîkayên darbeya 12'ê Îlonê xwedi derdikevin û dixwaze darbeyê berdewam bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta salvegera 12'ê Îlonê darbeya leşkerî daxuyaniyek nivîski weşand. KCD'ê di daxuyaniyê de got: "Em di salvegera darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de yên ku ev darbe kirin, ku ev darbe yek ji rûpela herî tarî û cihê şermê yê dîroka Tirkiyê ye, şermezar dikin.’’
KCD'ê wiha cih da daxuyaniyê: "Darbeya 12’ê Îlonê bi kirinên derî mirov, bi êşkence, înfazên bê daraz, bi darizandinên bi pinkêrinên mafê mirovan, darvekirin, bi girtina bi milyonan mirov, bi zextên li ser çapemenî, sendika, rêxistinên civaka sivîl, li ser jin, ciwan û bi sûcên dijî Kurdan, pêvajoya demokratîk a Tirkiyê ya ku geş dibû, qetil kirine. Bi destûra ku bi zext, zordarî û tundiyê pêk anîn û bi civakên dane ‘qebûlkirin’ heta îro anîne.
Faşîzma AKP-MHP’ê li rih, kirin, polîtîka û destûra darbeya 12’ê Îlonê xwedî derketiye, bi rengê senteza hemû darbeyên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê û bi rengê rewşa wan a rojanebûyî, hebûna xwe didomîne. Kesên ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê kirin û bi serifandinê li roja me niha anîne, wê nikaribin ji hesabdayinê xwe xilas bikin. Bi vê hişmendî û baweriyê em darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û kesên ku ev darbe kirine, destek danê, di sala 39’an de şermezar dikin."