MANÎSA - Li navçeya Sarigol a Manîsayê otobusa karkerên trî qeza derbas kir. Di qezayê de 31 karker birîndar bûn.
Li Navçeya Sarigolê ya Manîsayê otobusa karkerên trî di navbera gundên Guneydamlar û Bahadirlarê de qulipî şerenpolê. Di otobusa ku serberjêr daket û qulipî şerenpolê, 31 karkerên suyar bûbûn birîndar bûn. Yekîneyên tenduristiyê û cendirmeyan hatin herêma qezayê û karkerên birîndar bi ambulans û maşîneyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sarigolê 21 karker li ser piyan hatin dermankirin. 10 karker jî li nexweşxaneyê dermankirina wan didome.