STENBOL - Danişîna doza darizandina xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin û dest danîn ser amûrên wan destpê kir. Gelek rojnameger, rêxistinên pişeyî û parlamenter dozê dişopînin.
Yekemîn danişîna doza dirizandin 6 jê girtî 14 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hat girtin û dest danîn ser amûrên wan li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê despê kir. 6 rojnamberên girtî û xebatkarê rojnameyê yê negirtî Ramazan Sola di danişînê de amade bûn. Balkêş bû ku leşkeran rojnameber bi destên kelepçekirî anîn salona danişînê. Gelek rojnameger, malbatên wan, şandeyên biyanî, parlamenterên HDP’ê Ahmet Şik, Zuleyha Gulum, Alî Kenanoglu û rêxistinên pişeyî danişînê dişopînin.
Şandeya dadgehê, ligel ku parêzerê hemû rojnamegeran hebûn jî, ji Baroya Stenbolê parêzer xwest. Piştî danişîn hat despêkirin, parêzerên ji baroyê hatibûn, xwe ji danişînê paşve kişandin.
Parêzer Ozcan Kiliç, daxwaz kir ku Midûrê Karên Nivîsê yê rojnamê Îshak Yasûl parastin bike. Lê Serokê dadgehê Ahmet Oguz, ji Kiliç re got “Hûn karê me nîşanî me nekin.”
Dûre xwediyê îmtiyazê yê rojnamê Îhsan Yaşar destpêkê parastin kir. Yaşar, diyar kir ku ew karê bazirganiyê dike û ev 6 mehin bê sûc girtiye.
Danişîn bi parastina Yaşar berdewam dike.