STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû, diyar kir ku operasyona Îdlîbê wekî "Şerê Hestîşikandinê" tê wesifandin û piştî Efrînê dê dor bê Efrînê. Ozoglû, anî ziman ku şert û mercên qadê yên li Sûriyeyê dê kurdan û Şamê bîne ser maseyekê.
Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû, Civîna Tehranê û operasyona Îdlîbê nirxand.
‘ŞERÊ HESTÎŞIKANDINÊ'
Ozûgûrlû, bilêv kir ku Rûsya û Sûriye gava ewil a operasyonê avêtine û bi vî awayî derbasî civîna li Tahranê bûne, lê her çend di civîna li Tahranê de biryar derneketibe jî, lê Sûriye, Rûsya û Îran bi biryar in û ev yek jî ji tevgera artêşa Sûriyeyê ya li hemberî Îdlîbê diyar e. Ozûgûrlû got: "Herdu alî jî pev diçin. Li Sûriyeyê ev operasyon wekî 'Şerê Hestîşikandinê' tê binavkirin. Em bûn şahidê vê yekê ku bi rojan hin konvoyên leşkerî ber bi Îdlîbê ve diçin. Wateya vê ew e ku piştî civîna li Tahranê bi tu awayî fikrê Rûsya, Îran û Sûriyeyê neguheriye û dê ev pêvajo bê lezandin."
'DÊ KURD VEGERIN EFRÎNÊ'
Ozogûrlû, sedema Tirkiyeyê ya dijderketina operasyonê jî nirxand û got: "Tirkiye komên li Îdlîbê, li hemberî rêveberiya Şamê wekî enstrumanekê bi kar tîne. Tenê ne ji bo rêveberiya Şamê, li hemberî Rûsya û Îranê jî wekî enstrumanekê di dest xwe de dihêle. Eger artêşa Sûriyeyê vê herêmê bid est bixe, dê dor bê herêmên ku di tevgerên Çiqilên Zeytûnê û Mertala Firatê de ketin bin serweriya Tirkiyeyê. Ev yek jî tê wateya ku dê kurd vegerin Efrînê. Ev der ji berê de bajarê kurda ye. Dê Tirkiye li Îdlîbê bi awayekî zêde komên çekdar winda bike û dê hêza wê ya li herêmê bi temamî lawaz bibe. Dê di pêvajoya Astanayê de li hemberî Rûsya û Îranê hêza wê ya maseyê jî bi temamî ji dest biçe."
Her wiha Ozûgûrlû, bilêv kir ku di navbera kurdan û Şamê de hevdîtin çêdibin û ev yek atmosfereke erênî çêkiriye û got: "Beriya Îdlîbê hin senaryo hebûn ku dê herdu alî bi hev re operasyona Îdlîbê li dar bixin. Lê wisa nafikirim, jixwe DYA mudaxile kir. Bi wê mudaxileyê re em dibînin ku artêşa Sûriyeyê niha bi Rûsya û Îranê re tev digere."
‘DÊ SÛRIYE Û KURD LI HEV RÛNÊN'
Ozûgûrlû, destnîşan kir ku piştî operasyona li Îdlîbê dê li qadê tenê kurd û rêveberiya Sûriyeyê bimînin û got: "Ez vê yekê di wateya şer de nabêjim. Dê li Sûriyeyê êdî li hemberî rêveberiya Şamê wek muxatab tenê kurd bimînin û dê rêveberiya kurdan hin şertan bide ber rêveberiya Sûriyeyê. Di demên dawî de li Qamişloyê hin bûyer çêdibin û 13 leşkerên Sûriyeyê û hin endamên asayîşê mirin. Wisa xuyaye ev bûyer têkildarî hilbijartinên herêmî ne û têkildarî kesên ku xwestine bibin namzet. Yanî wisa dixuyê ku bûyerên şexsî ne. Çimkî nûçeyên em ji wir digirin di vî warî de ne. Dê ev bûyer bi awayekî çareser bibin û dê piştî Îdlîbê kurd û rêveberiya Sûriyeyê li dor maseyê rûnên. Dê li ser vê maseyê kîjan şert derkevin pêş? Dê zeman vê yekê diyar bike, lê wekî min got berê jî îradeyeke wisa hebû. Eger ji derve ve mudaxile çênebin, wisa difikirim neyta kurdan heye ku ew û Şmaê li hev bikin û neyta Şamê jî heye ku ew kurdan li hev bikin. Min li Şamê hin hevdîtin çêkirin û ev yek hat gotin. Lê îhtimala bûyerên çend roj berê qewmîn jî heye. Em behsa herêmeke weke Rojhilat Navîn dikin. Wekî min got dê operasyona Îdlîbê, dê ji kurd û rêveberiya Şamê hin tiştan piştrast bike, lê em nizanin ev tişt çi ne. Dê zemn diyar bike."
MA / Bilal Seçkin