Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Tartuffe' dest bi serdema nû dike

  • rojane
  • 09:21 12 Îlon 2018
  • |
img

AMED - Şanoya Bajêr a Amedê ku sala çûyîn gelek lîstik pêşandin, dê bi lîstika Tartuffe'yê dest serdema nû bike. Dê serdema nû ya şanoya bajêr di 21'ê Îlonê de dest pê bike. 

 
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Şanoya Bajêr a Amedê a Şaredariya Mezin hatibû girtin, lê belê lîstikvanên vê şanoyê Şanoya Bajêr a Amedê ava kirin û niha dest bi amadekariyên serdema nû dikin. Şanoya Bajêr a Amedê di serdema sala par de tevî lîstikên nû "Qırıx", "Dawiya Dawî", “Wê Hesab Neyê Dayin" gelek lîstik pêşandibûn. 
 
AMADEKARIYÊN SERDEMA NÛ 
 
Tevî hemû zor û zehmetiyan û nebûna derfetan jî, Şanoya Bajêr a Amedê serdema xwe ya nû bi awayekî serketî derbas kir û niha jî dest bi amadekariyên serdema nû dike. Dê serdema nû bi lîstika "Tartûffe"yê dest pê bike. Dê lîstik di 21'ê Îlonê de bê pêşandan. 
 
Lîstikvanê şanoya bajêr Ozcan Ateş, diyar kir ku sala çûyîn ji bo wan saleke serkeftî bû û temaşevanan lîstikên wan pir ecibandiye. Ateş, anî ziman ku ew bi derfetên xwe xebatên xwe dikin û got: "Xebata bêyî destek zehmet e, lê hêzeke me ya wisa heye. Her çend derfetên me ji destê me stendin û xwestin xebatên me bên astengkirin jî, lê bereksê vê me xebatên xwe xurtir kirin. Di van şert û mercan de qursên me jî didomin. Dê xwendekarên me jî tevî me di vê lsîtikê de cih bigirin. Di zor û zehmetiyan de birêvebirina vê şanoyê cihê kêfxweşiyê ye. Tu her tiştî li gor derfetên xwe dikî. Dema mirov bi destê xwe bike biqîmetir eû motîvasyonê zêdetir dike. Ev yek tesîrekê li temaşevanên me jî dike. Eleqeya wan moralê me zêdetir dike. Belê, ger derfetên me hebûna dê hejmara lîtikên me jî zêdebûna. Lê belê dema mirov bi derfetên xwe bike, ew tişt biçûk be jî qîmeta wê zêde ye." 
 
Ateş, diyar kir ku serketina wan a sala par hêza wan zêdetir kiriye û got: "Niha provayên lîstika Tartuffeyê didomin. Plana me ew e ku em di 21'ê Îlonê de promiyera wê bikin û eger pirsgirêk rû nedin, em ê di 28'ê Îlonê de derkevin ser dikê. Her wiha amadekariyên beşa duyem a Qirixê jî didomin. Di serdema sala par de temaşevanan pir ji Qirixê hez kiribû. Dê lîstikên yekkesî yên Kemal Ûlûsoy û Elvan Koçerê jî bên lîstin. Hin lîstikên din jî hene, amadekariyên wan jî didomin. Em ê îsal jî Mîhrîcana Şanoya Amedê li dar bixin. Her wiha dê mîhrîcana lîstikên zarokan jî bê lidarxistin. Dê tûrne çêbibin. Di 13'ê Cotmehê de li Wanê û paşê jî dê li Stenbolê mîhrîcan bên lidarxistin. Em ê li Êlih, Îzmîr, Stenbolê lîstikan bilîzin. Her wiha em ê her yekşem lîstikên zarokan jî bidin pêşandan." 
 
TARTUFFE DI 21'Ê ÎLONÊ DE YE 
 
Derhênerê lîstika Tartuffeyê Ruknettîn Gun ku provayên listikê dişopîne û carinan pêşniyaran li lîstikvanan dike, diyar kir ku ji bo lîstik di dawiya Îlonê de bê pêşandan bênavber dixebitin. Gun, bilêv kir ku wan lîstika Jean Baptiste Poquelin li kurdî aniye û got: "Tartuffe kesekî oldar e. Her wiha kesekî durû ye jî. Xwe wek kesekî oldar nîşan dide, lê belê ne wisa ye. Malbat hay ji vê rewşê çêdibe, lê Orgin bawer nake. Mal û milkê xwe emanetî vî kesî dike. Dixwaze keça wî pê re bizewice û bibe ferdeke malbata wî. Malbat hewl dide durûtiya vî sextekarî derxîne holê. Hem malê malbatê digire hem jî bi çavekî din li jina Orgon dinere. Heta ku Orgon bi çavê xwe nabîne bawer anke. Bi kurtasî mijara lîstika me ev e. Lîstik yek perdeyî ye û 70 deqîqeyan didome. Xwendekarên me jî di nav de 9 kes di vê lsîtikê de dilîzin." 
 
XWENDEKAR JÎ DÊ LI SER DIKÊ BIN 
 
Mahmût Kosem ê ku di zarokatiya xwe de li Konservatuvara Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwînê dest bi şanoyê kir, dê di lîstika Tartuffeyê de bilîze. Kosem got: "Ji zûvde ye di nav şanoyê de me. Ji zûvde di ruhê min de heye. 3 sal û nîve vî karî dikim. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin demek dirêj me navber dayê. Ji bo vê derê em pir li cih geriyan. Niha hem bi xwendekariyê re hem jî bi lîstikvaniyê re bilî dibim. Em ê tim li vira bin. Li Cegerxwînê derfetên me pir bûn. Lê piştî qeyûm hat, em qet nefikirîn ku em dev ji şanoyê berdin. Jixwe huner tiştekî wisa ye, rê li ber nayê girtin. her çend rê li ber me bê girtin û derfetên me kêm bin jî, em ê tim bikin." 
 
TARTUFFE
 
Derhêner: Rüknettin Gun / Sêwiran: İsmail Dag / Dekor-Kostum: Xebata Komî/ Afiş: Deniz İlgin
 
Lîstikvan: Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Berfin Emektar, Elvan Koçer, Dicle Guneş Yavuz, Şahperi Alphan, Ozkan Şeker, Mahmut Kosem, Sena Ozbey
 
MA / Dicle Muftuoglu
 

Sernavên din

15/09/2018
10:05 Parêzerên hatin berdan serê sibê ji girtîgehê derxistin
09:51 Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Sagdiç: Perwerdehiyê dikin amûra bazirganiyê
09:48 Aydin Budak: Li dijî tecrîtê divê Kurd bibin yek
09:45 Warên dîrokî yên Semsurê wêran dibin
09:27 400 karkerên balafirgeha 3'emîn binçav kirin
09:06 Li Stenbolê şevbihêrka dengbêjan
09:05 Meclisa Jinan a HDP'ê dest bi hamleya rêxistinê dikin
09:05 Midûrê Perwerdehiya yê Lîcê: An ji Egîtîm Sen'ê îstîfa bikin an jî...
09:04 Zema rêya nava bajar rastî bertekan hat
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2018'AN
14/09/2018
22:44 Hemû parêzerên HHB û ÇHD'ê hatin berdan
21:44 Karkerên Balafirgeha 3'emîn dê sibê çalakiyên xwe bidomînin
20:56 Dîcle EPSAŞ dê duşemê ceyrana Sanayiya Organize ya Rihaye qut bike
18:01 Nexweşek bi şarbonê mir
16:49 Ewil qebûl kirin û piştre red kirin
15:39 'Ji bo zelalkirina cinayeta Tahîr Elçî wêrek bin'
15:07 KESK: Em ê tim li kêleka Dayikên Şemiyê bin
14:34 Li Edeneyê ji 2 penaberên hatin binçavkirin yek jê hat girtin
13:55 Hejmara nû ya Kovara Dilopê derket
13:09 Cendirmeyan mudaxileyî çalakiya karkerên balafirgeha 3'yan kir
13:02 Biryara Bankeya Navendî jî tesîr li Dolar nekir
12:03 Çavûşoğlû: Li Îdlîbê em ji bo tevkariyê amade ne
11:46 Qeyûmê Qubînê û DEDAŞ ji ber deynê ceryanê pev ketin
11:16 Karkerên balafirgeha 3'yemîn dest bi çalakiyê kirin
11:12 Kêmasiya cariyî bû 55 milyar dolar
10:36 Li Girtîgeha Baybûrtê cezayê hucreyê li girtiyan tê birîn
10:12 Qedexeya li 116 gundên Amedê bi dawî bû
09:30 Aborînas Şahînoz: Bi zêdebûna faîzê aborî rast nabe
09:29 Ji ber nebûna ceryanê berê xwe dan rojavayê Tirkiyeyê
09:29 Îstimlakkirina lezgin a Sûrê birin DMME'ê
09:28 Berê qeyûm tayîn kirin pişt re Hevşaredar binçav kirin
09:27 Li Heskîfa Nû dîrok li ser betonê hat bicihkirin
09:26 HES'a tê çêkirin Çemê Kolikê ziwa dike
09:26 Mizrakli: Di şexsê Ocalan de projeya aştiyê ya Rojhilata Navîn tecrîd dikin
09:25 'Barekî giran dikeve ser milê parlementerên jin'
09:24 Esnafên Wanê: Hemû pereyên welat li tanq û topan xerc kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2018'AN
13/09/2018
17:45 Doza Bloka Aştiyê ya Îzmîrê hat taloqkirin
17:11 Qeyûmê Hênê hat guhertin
16:49 Qemyona karkerên çandiniyê lê siwar bûyîn qelibî
15:42 Ciwan li dijî serdegirtina polîsan a turnûvayê bi bertekin: Dê nekarin me bitirsîn in
15:03 Endamên rêxistina sûc ên li Amedê hatin berdan
14:42 Kesek di sergirtina polîsan de hat kuştin
14:22 Wezareta Tenduristiyê têkildarî Şarbonê agahî neda TTB’ê
14:20 Dibin siya dîroka hilweşandî de lîstikek dawî!
13:58 Qirix Miheme mirî hat dîtin
13:58 Çelîk: Sînorkirina îxraca arvan rakin
13:43 Bi şertê kontrola edlî hatin berdan
12:57 Biryar dan ku Rojnameger Çelîk û Yoksu bi zorê bînin danişînê
12:57 Kişanak pirtûka ‘Kurd Siyasetînin Mor Rengî’ nivîsand
12:45 Cara 15'emîn doza JÎTEM'ê ya Qoserê taloq kirin
12:27 Tanrikulu: rapora Binpêkirinên Mafan ên Meha Tatebaxê parve kir
11:58 'Dibistana Ferzad wekî kulîlka li axa zuha geş bû, lê tehamul nekirin'
11:53 Mexdûrên 12’ê Îlonê: Desthilatdariyê darbe nû kir û li gorî xwe pêk anî
11:13 Pêşengê baweriyê: Êrişa li dijî cenazeyan Şerma mirovahiyê ye
11:06 Malbatê cenazeyê kurê xwe Ozbahçe girt
10:56 Prz. Yalçindag: Bi zorê anîna SEGBÎS’ê li dijî pîvanên ‘sedsaliyet’
10:38 ‘Em di sînorê krîza rêveberiya krîzê dene'
10:08 Operasyona li Hezo 14 rojin berdewam dike
10:02 Rojnameger Evran: Tenê Yekîtiya neteweyî dikare kurdan biparêze
09:11 Keyayê taxa hat hilweşandin: Kes naxwazin ji Sûrê derkevin
09:11 'Ji bo hekîm karê kes ne girîng e, mafê tenduristiyê girîng e'
09:10 Acarer: Tirkiye piştevaniya çeteyên Idlibê kir
09:08 Ne bi pereyan, bi pirtûkan portreyan xêz dike
09:06 Elmîhalê sûriyeyî: Em mirovên wî welatî ne
09:02 Ajovanên TIR'an ên Sîlopî: Wê heta kengî bidome?
09:01 Bektaşa 80 salî 47 roj in di çalakiya rûniştinê de ye
09:00 Rojnamegerê çalakî şopand bi 'endamtiya rêxistinê' tawanbar bû
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2018'AN
08:23 Dî roja ewil a kar de bû qurbanê kar
12/09/2018
20:18 Polîsan avêt ser maça futbolê ya ciwanên HDP'î
18:00 ‘Rejîma Erdogan senteza hemû darbeyan e'
17:45 Walî li 116 şûnwarên Amedê derketina derve li welatiyan qedexe kir
17:30 Ji bo 12 rêveberên HDP'ê 270 sal ceza dixwazin
16:50 Kesek li Şirnexê hat girtin
16:47 Esnafan êrîşa rejîma Îranê şermezar kir
16:41 Danişîna doza gundê Êzidiyan hat taloqkirin
16:30 Rojanamegerê avusturyayî li Enqereyê hat binçavkirin
16:16 Di êrîşa xwekujiyê de 6 kes hatin kuştin 42 kes birindar bûn
15:55 Rojnameger Taşkin nehat berdan
15:37 HDP: 12'ê Îlonê navê rêveberiya otorîter ya îro ye
14:45 ÎHD, dê rapora girtiyên nexweş ji wezîran re bişîne
14:43 Li gelek qadan 12’ê Îlonê hat şermezarkirin: Bi destê AKP’ê darbe didome
13:35 Li Peyasê li ser erd şer derket: 4 kes birîndar bûn
13:26 5 edîtoren Ozgurlukçu Demokrasî nehatin berdan
13:20 Di operasyona MÎT'ê ya 'niştecîhî û neteweyî' de xebatkarê MÎT'ê qaçaxçî derket
13:09 Du karker bûn qurbana kar
12:59 Parêzerê girtiya nexweş Oguz gilî kir
12:59 Ji bo girtiyên rojnameger piştgirî: Dê tu carî rastî di tarîtiyê de nemîn e
12:54 KCD: AKP û MHP dixwazin darbeyê berdewam bikin
12:43 Otobusa karkerên çandiniyê qelibî: 31 karker birîndar bûn
12:25 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî destpêkir
12:02 Kampa penaberan a Midyad bi giştî hat valekirin
11:47 Minareya Mele Abdullah Zaviyesî jî ji cihê wê rakirin: Ev zilme
11:07 Komîtiya çareseriyê yên hevdîtinên MSD û Şamê teşe digire
10:03 Qeymeqamên 39 navçeyan ‘çalakiyên şermezarkirina texmînî’ yên HDP û DBP’ê qedexe kirin
09:37 Ozûgûrlû: Dê şert û mercên li qadê, Şam û Kurdan li dor maseyekê bîne cem hevdu
09:36 Jinên girtî: Hema bêje her hefte ceza li me dibirin
09:21 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Tartuffe' dest bi serdema nû dike
09:20 Dê bi projeya Helbestên Azad, helbestên girtiyan bibin pirtûk