SEMSUR - Gelê Semsûrê ku Hevşaredarê wan hat girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, ji niha de amadekariya hilbijartinê dike. Gelê Komirê diyar kirin ku li dijî vîna wan bê hurmetî hatiye kirin û dê hesabê vê yekê bipirsin.
Hilbijêrên Navçeya Komirê ya Semsûrê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin, niha de amadekariya hilbijartinê dikin. Li navçeya Komirê ya Semsûrê di 16'ê Tebaxê de şer derket û di şer de 4 leşker hatin kuştin. Piştî bûyerê li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hat. Di operasyonê de Hevşaredarê Komirê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyin Yuka hat girtin. Piştî Yuka hat girtin ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî kirin. Gelê Semsûrê bertek nîşanî qeyûm didin û ji niha de amadekariya hilbijartinê dikin.
Gelê Komirê diyar kirin ku bê hurmetî li vina wan hatiye kirin û ew dê tola vê yekê hilînin. Gelê Komirê di hilbijartina 2014'an ji sedî 58 dengê xwe dan Hevşaredarê DBP’î Huseyin Yuka û weki hevşaredar hilbijartin. Yuka di nava 3 salan de bi qasî hemû şaredaran xizmeta navçeyê kir. Gelê Komirê diyar kir ku ji ber îktidarê ev xizmet tehamul nekir Hevşaredarê wan girt û qeyûm tayînî şûna wîkirin. Welatî Mahmut Çelik, diyar kir ku tayînkirina qeyûm a şaredariyê heqareta li dijî vîna gel û ew dê hesabê vê yekê di hilbijartinê de bipirsin.
GEL ŞAREDARÊ XWE YUKA DIXWAZIN
Çelîk, anî ziman ku AKP’ê xizmeten şaredariyê yên Yuka tehamul nekir û bûyer ji bo xwe kir wekî firsendekê. Çelik, da zanin ku pişti qeyûm tayîn kir êdî qeyûm tu xizmet ji bo gel nekiriye û 15 rojin çop nehatiye komkirin. Çelîk da zanîn ku Komir 35 salin şaredarî ye û wiha got: "35 salin heta niha tu şaredaran xizmetek wisa nekirye. Xizmeta Hevşaredar Huseyin Yuka kiriye bi qasî ya tevan e. Hemû gelê vir Hevşaredarê xwe yê berê Huseyîn Yuka dixwazin
QEYÛM DESTÛR NADE GEL BIÇE ŞAREDARIYÊ
Welatî Şeyho Yuka jî anî ziman ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, destûr nadin ku gel biçe şaredariyê û wiha got: "Hevşaredarê me Huseyîn Yuka ji aliyê gel ve pir dihat hezkirin. Bê heq û bê sebeb hat girtin. Bi keyfî girtin û şandin girtîgehê. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, deriyê şaredariyê li gel hat girtin.
EM DÊ HESAP JI QEYÛMÊ BIPIRSIN
Welatî Abuzer Erbil, jî anî ziman ku ew dê dîsa şaredariya xwe ji qeyûm bistînin û di hilbijartinê de hesap ji qeyûman bipirsin. Erbîl, da zanîn ku ew hevşaredarê xwe dixwazin û qeyûman naxwazin.
Welatî Yusuf Dalbaş jî anî ziman ku her kes li hemberî vê zilmê ker û kor man û xwest êdi her kes çav, guhê xwe vekin û helwesta xwe ya li dijî qeyûman bînin ziman. Dalbaş, xwest ji niha de ji bo şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxin hemû milê xwe bidin hev û bi hevre têbikoşin.