ŞIRNEX - Ciwanekî din ê ket Çemê Dicle, di ava çem de winda bû. Ciwanê Sûriyeyî Muhammed El Tamer ku ji bo xwe hênik bike ket çem, di avê de winda bû. Ji bo Tamer xebatên lêgerînê dest pê kir.
Li gundê Dîrseklî yê Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanê ji Sûriyeyê Muhammed El Tamer ku ji bo xwe hênik bike ket ava çem, di avê de winda bû. Ciwanê 21 salî El Tamer ku li hemberî Goristana Îsa Axa ket ava Çemê Dîcle, di nava avê de winda bû. Ji bo Tamer xebatên lêgerînê dest pê kir. Hefteya borî disa 2 karkerên li heman qadê ketin avê fetisîn. Di 4 mehên dawî de 7 kesan li vir jiyana xwe ji dest dan.