NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), navê 5 karkerên ku di nava 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest dane parve kir.
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê medya civakî navê 5 karkerên ku di nava 24 saetên dawî de di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane parve kir. Li gorî daneyên ÎSÎG'ê ku li ser malperê belav kirin kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Karkerê 39 salî Alî Kilci, bavê 3 zarokan bû, di Kana Komirê ya Kangal a Sêwasê de jiyana xwe ji dest da. Karkerê 37 salî Musa Karabuga ku bavê 3 zarokan e û karkerê paqijiyê yê Şaredariya Çankaya bû, di 2'ê Îlonê de qeza derdbas kir û duh jiyana xwe ji dest da. Karkerê 30 salî Sedat Eskî jî li Navçeya Hopa ya Artvînê dema di înşaetê de kar dikir ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye. Karkerê 46 salî Rifat Dagli jî bavê 3 zarokan bû. Dema di şaredariya Eskîlê ya Aksarayê de kar dikir krîz derbas kir û mir. Karker Adem Kizil jî karkerê EDAŞ'ê ê arîzeyê bû. Ceyranê bi Adem Kizil girt û jiyana xwe ji dest da.