MÛŞ - 3'emîn danişîna doza Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin a 8 meh in girtî ye cara seyêmin derdikeve pêşberî dadger.
Nûçegihana Ajansa me Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin 8 meh in bi hinceta dozek wê ya li Mûşê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin. 3'emîn danişina doza Taşkin li dê sibê di 12'ê Îlonê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê b.ê dîtin.
Taşkin, di 20'ê Kanûna 2017'an de li Mûşê hat binçavkirin, piştî 4 rojan di bin çavan de ma, bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan. Li ser îtîraza dozger Taşkin, di 22'ê Çile de li Enqereyê hat binçavkirin û hat girtin. Taşkin cara ewil bi riya SEGBÎS'ê li Dadgeha Sulh Ceza ya Bedlisê îfadeya wê hat girtin. Taşkin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sincan ê. Taşkin bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” û “Endama rêxistinê ye” tê darizandin.