STENBOL - Rayika Şemiyê Hanim Tosun ku li Qada Galatasarayê 23 salin ji bo winda bên dîtin li ber xwe dide, bertek nişanî qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê da û got: "Em qet ji tekoşîna xwe bernadin. Gora bavê zarokên min tune. Dê hesabê vê yekê bidin."
Çalakiyên Şemiyê piştî hefteya 700'emîn li Qada Galatasarayê hat qedexekirin. Bertek û nerazibûnên li dijî qedexeyê didomin. Yek ji xizmên windayan ku her hefte tê Qada Galatasarayê Hanim Tosun û keça xwe ye. Hamim Tozun û keça xwe ji wekî malbat û dayikên din piştî 25'ê Tebaxê ji ber qad hatiye qedexekirin û dorpêçkirin nikarin biçin qadê. Tosun ku 23 salin li edalet û hiqûqê digere bertekên xwe yên li dijî qedexeyan anîn ziman. Tosun ku 23 salin ji bo lêgerina edalet û hiqûqê bi wêne û qurnefîlekê diçû Qada Galatasarayê 3 hefteye êdî nikare biçe. Tosun, anî ziman ku ji ber 3 hefteye çalakiya wan hatiye qedexekirin û qat li wan hatiye girtin nikarin biçin qadê.
PIŞTÎ GUNDÊ WAN XERA BÛ KOÇÎ AMEDÊ KIRIN
Hanım Tosun, anî ziman ku çiroka wan di salên 1991’an de dest pê dike û wiha got: "Hevserê min Fehmi Tosun, di sala 1991’an de hat binçavkirin. 22 roj şûnde hat girtin. Dema hevserê min hat girtin kurê min ê herî biçûk 5 mehî bû. Li aliyekî min zarok xwedî kirin, li aliyê din min karê tutînê kir. Dema Fehrî Tosun girtî bû bav û birayê wî jiyana xwe ji dest dan. Piştî gundê me hat şewitandin ez û 5 zarokên xwe hatin Amedê û li Amedê bi cih bûn. 3 sal û 9 meh şûnde Fehmi Tosun hat berdan. Lê dîsa zextên polîsan li ser wî berdewam dikir. Polîs disa dihat malê û ew bêzar dikir. Pirsa Fehmi Tosun dikirin."
JI BER ZEXTÊN POLÎSAN HATIN STENBOLÊ
Hanim Tosun, da zanîn ku piştî demekê ji ber xeztên polîsan li gel Fehmi Tosun û 5 zarokên xwe hatin Stenbolê û wiha berdewam kir: "Me xwest jiyanek nû li vir ava bikin. Lê li vir jî gav bi gav Fehmi Tosun şopandin. Di 19'ê Cotmeha 1995’an de saet di 19.00'ê êvarî de dema Fehmi Tosun dihat mala xwe ya Avcilarê kesên di destê wan de bêtêl û çek hebûn bi torosa Renault Fehmî revandin. Fehmi Tosun got “Min direvinin. Dê min bikujin" û kir qerîn. Ez û zarok ketin şopa wî. Lê Fehmi birin û çûn. Li navenda Stenbolê li ber malê Fehmî revandin û birin. Lê me nekarîbû tiştiki bikin. Tiştekî ji vê yekê zortir tune ye."
BI HEVIYA KU DIBE YEKÎ DÎTIBE'
Hanim Tosun, piştî hevserê wê hat revandin serî li Komeleya Mafên Mirovna (ÎHD), serdozgerî, midûriyeta polîsan da. Çû dadgehê û ket şopa hevserê xwe. Lê der barê Fehmi Tosun de tu encam derneket. Tosun, piştî encam negirt li Qada Galatasarayê li gel Dayîkên Şemiyê dest bi lêgerîna Fehmî kir. Gelek caran di çalakiyan de hat binçavkirin û rastî neheqiyan hat. Binçavkirin, girtin û lêdan da ber çavên xwe û tev li çalakiya bûn. Bi sedema ku dibe bê binçavkirin û girtin, her ku tev li çalakiyê bû xatir ji zarokên xwe xwest û hat Qada Galatasarayê.
Tosun dema hevserêxwe winda kir, zaroka wê ya herî biçûk 5 û ya herî mezin 15 salî bû. Tosûn wiha qala wan rojan kir: "Ez diçûm ÎHD'ê. Ez li her derê li Fehmî digeriyam. Hin caran heqê rê di bêrîka min de tune bû. Em di xaniyê kîrê de bûn. Wextê dayîna kirê hatibû. Dema ez diçûm malê min digot 'Xwadiyê xanî hat? Keça min a 12 salî û biraziya min di tekstilê de kar dikirin. Me bi pereyê wan debara xwe dikir. Dema pereyê min tune bû min ji nazekî pere bi deyn xwest. Lê wî got 'Perê min tune' Piştî wê min tobe kir ku ez pere ji kesan bixwazim. Min pir zor û zahmetî jiya. Ji der û dorê kes nebû alîkarê min."
‘EZ HETA SERÊ SIBÊ XEBITÎM'
Hanim Tosun, anî ziman ku 3 meh piştî Fehmi Tosun hat windakirin, heyeta ku hatibû ÎHD’ê dixwest bi xizmên windayan re hevdîtin bike û wiha berdewam kir: "Gotin heyetek pir girîng e. Min zarokên xwe li malê hişt û derketim. Rojek zivistanê ya pir zar bû. Tenê heqê bilêtek min hebû. Ger ku ez li otobusa şaş suyar bûbama ez dê li rê bimama. Ez li otobusa rast suyar bûbuma jî pereyê pê vegerim mal tune bû. Ez pir xemgîn bûm pir aciz bûm. Ez vegeriyam mal. Ketim odê û giriyam. Piştre min xwe bi xwe aciz kir. Min got ez ne jihek zû pes bikim. Min dest bi kar kir. Min baş tirkî zinabîbû. Nikarîbû xwe îfade bikim. Ez û du zarokên xwe em çûn atolyeyê. Min cuwalê ta da wan û min pereyê wî girt. Gelek caran min pir zor û zahmetî dît. Ji bo ez debarê bikim gelek caran heta serê sibê min kar kir. 6 meh derbas bûn. Min serî li hemû sazî, komele û rêxistinan da. Herî dawî min serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Ez çûm Cenevreyê û hatim. Doz di sala 2003'an de bi encam bû. Tirkiye di bersîva DMME'ê de got "Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmi Tosun xemgîn e.' û ihlala DMME'ê red kir.
'HER TIŞT DI ARSÎVÊ DEWLETÊ DE HEYE'
Min qet navber neda û ez li Fehmî geriyam. Min di rêveberiya Komeleya Piştevaniya Xizmên Windayan (YAKAYDER) de cih girt. Dema ez hatim binçavkirin polîsan YAKAYDER ji min pirsî. Polîsan got 'Ma kî winda ye?' û qerfên xwe bi min kirin. Bi vî rengî windakirina xwe parastin. Wekî ku kes li vî welatî winda nebûbe tev geriyan. Her tişt di dosya û arşîvê dewlete de hene. Dizanin kî li ku hatiye windakirin. Hêj dema telefonek lê dide ez li benda agahiyekê me. Çavê min li derî ye. Ez dibêjim dê rojekê agahiyek bê. Ez her dem dibêjin gelo dê kengî ji kîjan gora bêkesan derkeve. Gelek tiştên cuda tên aqilê min. Ji bo xizmên windayan windabûn tiştekî gelek zor û zahmet e.
Tosun, heri dawî ani ziman ku 23 salin li Qada Galatasarayê li windayan digerin û wiha bi dawî kir: "Qada Galatasarayê êdî bûye cihê ku em dengê xwe lê bilind dikin. Ji ber ku go rek xizmên windayan tune êdî Qada Galatasaray ji wan re bûye cihê şînê. Tu car nayê ji bîr kirin. Me heta vir anî û ji niha û şûnde jî dê hesabê wan bê pirsîn."
MA / Melike Ceyhan