ENQERE - Alavê girtiyê nexweş Mehdi Boz ku ji derve xwestibûn nedan wî. Rayedaran bi hinceta “navnîşana şaş e' alav nedan Boz.
Rayedarên Girtîgeha Xerpêtê cilên ku malbata Girtiyê nexweşa pençeşêra tiroîdê Mehdî Boz ê li Girtîgeha Tipa T a Xerpêtê ye, jêre şandin, bi hinceta "Navnîşana şaş e" nedan wî. Malbata Boz di 7'ê ÎLonê de pantolon, îşlig, şimik, gore û cilên din şandin ji Boz re. Cilên ku malbatê şandin 3 roj şûnde bi sedema “Navnîşana şaş e" nedan Boz. Xwişka Mehdî Boz Necla Er, diyar kir ku heta niha gelek caran cil şandine ji heman navnîşanê re û heta niha tu pirsgirêk derneketine. Er, anî ziman ku wan 3 roj berê dîsa cil ji birayê xwe re şandin Girtîgeha Xerpêtê û vê carê nedan wî. Er wiha got: “Mehdî 6 meh in li Girtîgeha Xerpêtê dimîne. Ez çawa nizanim ku birayê min li ku dimîne. Min aval bi kargo şand. Ez her dem pere jî dişînim vê navnîşanê. Lê belavkarê kargo got ‘Navnîşan şaş e" û alav nedan."
Er, da zanîn ku piştî cilên şandibûn paşve hatin, li rêveberiya girtîgehê geriya û navnîşan teyît kir û wiha got: "Ez li yekîneya alavan, pereyan û ziyaretvanan geriyam. Min ji hemûyan teyît kir. Hemûşan got Mehdî li vir e. Yanî navnîşana ku min cil şandin raste Di destê min de fatûra jî heye. Min piştî teyît kir min alav û cil dîsa şandin heman navnîşanê. Dema min got 'ez dê we li wezaretê gilî bikim' gotin 'Tu diçe ku gilî bike biçe gilî bike.' û ez bê minet kirim."
MA / Diren Yurtsever