SEMSÛR - Li Semsûrê ji ber HES'an, ocaxên qûm û mermeran, mekanên dîrokî tên texrîbkirin û xweza tê tarûmarkirin. Semsûriyan ji bo vê yekê bang li rêxistinên hawirdorê kir.
Li navçeyên Kolik, Sincîk û Çêlikan û bajarokên Bûlam û Komirê yên Semsûrê, ji ber Santralên Ceryanê yên Hîdroyî (HES) ên tên çêkirin û ocaxên qûm ûm mermeran mekanên dîrokî tên texrîbkirin û xweza tê tarûmarkirin. Tevî hemû bertekên gel ên ji bo projeyên zirarê didin xwezayê û derdorê, dîsa ev projet tên sepandin. HES'a ku li nêzî Çiyayê nemrûdê tê çêkirin bi awayekî zêde zirarê dide Pira Cendereyê û gorên bîrdariyî yên li Karakûşê. Her wiha dema mirov ji navçeya Kahtayê ber bi navenda Semrûê ve diçe, gelek ocaxên qûmê tên dîtin û ji ber van ocaxan her der di nav tozê de ye. Her wiha tê gotin, bermayiyên van ocaxan ên li derdorê tên valakirin bi awayekî zêde tesîrê li tenduristiya mirovan dikin. Welatiyê bi navê Abûzer Sari diyar kir ku ji ber ocaxên qûmê ew nikarin derkevin derve.
Sari anî ziman ku toza ocaxên qûmê zirarê dide çandiniyê û got: "Em serê sibehê radibin, em dibînin ku ji tozê erdê me xuya nake. Dema em avdaniyê dikin ev toz dibe herî. Ev yek zirareke zêde dide zadên me." Sari, diyar kir ku her wiha qamyonên ku qûmê ji ocaxan dikişînin ji bo zarokan cihê talûkeyeke mezin in û got: "Ji ber bi lez diçin, carinan hindik maye zarok di bin wan de bimînin. Ji ber vê malbat nahêlin zarokên wan derkevin derve."
Li herêma bajaroka Komirê û gundê Kaşê yê navçeya Çêlikan 10 ocaxên mermeran hene. Ev ocax ava kaniyan şolî dikin û ji ber teqandina dînamîtan, hevsengiya xwezayê serobino dibe û li herêmê şebekeya ava vexwarinê û avên din tev li hev dibin. Her wiha ji ber van ocaxên mermeran li bajaroka Komirê kaniya ku welatî pê erdên xwe av didin zuha bûye û ava bîran jî wekî heriyê ye.
Welatiyê bi navê Abdullah Yaşar, diyar kir ku ji ber ocaxan qadên jiyana heywanên kovî tune dibin û got: "Ocaxên mermeran zirarê didin gelek gundan. Ji ber bermayiyên ocaxên mermeran heywanên gundiyan zirarê dibînin. Tenê ne heywanên li gund, her wiha jiyana heywanên kovî jî di talûkeyê de ye. Gelek caran me gilî kir, lê belê guh nadin giliyên me."
Welatiyan ji bo vê yekê bang li rêxistinên derdorê kirin ku ji bo vê yekê tev bigerin.
MA / Erdogan Alayumat