STENBOL - Di danişîna doza endamên ÇHD û HHB'ê ku 17 jê girtî 20 parêzer tên darizandin de di navbera parêzer û leşkeran de alozî derketin. Beşdarên dozê li salonê dirûşmeya “Parêzerên Şoreşger rûmeta me ye" berz kirin.
17 jê girtî 20 endamên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) û Komeleya Hiquqnasê Hemdem (ÇHD) ku bi KHK'ê hatin girtin hatin darizandin. Danişîna wan li 37'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi parastinê berdewam kir. Di danişînê de parêzer Ayşe Aciniklî der barê darizandinê de mafê axaftinê stend û got: "Hempîşeyên me ji ber parêzeriyê tên darizandin. Ev yek nayê qebûlkirin. Hem pîşeyên me ji ber pîşeya xwe çûne midûriyeta polîsan, girtîgehan û dadgehê. Bêjin ne ji ber parêzeriyê ye nayê qebûlkirin. Her parêzer vi kari dike. Ji ber vê yekê divê parêzerî neyê darizandin. Piştî navberê heyeta dadgehê bi îdîya “Endamtiya rêxistinê" û “rêveberiya rêxistinê" daxwaza parêzeran a rawestîna darizandinê red kir. Danişînê bi parastina parêzeran dest pê kir. Ewil Parêzer Selçuk Kozagaçli parastin kir. Kozagaçli, anî ziman ku nêzî salek e girtî ye û wiha got: "Kesekî hiqûqnas be û li ser van meseleyan biaxive êşek mezin e. Ez bawer nakim ku êdî edaleta Tirk bersûc diparêze. Ez bawer nakim ku niha li hemberî dadgehê me. Tenê navê wê dadgeh e. Hemû salonên asliye yên mezin her yek jê totem in. Hûn Qesra Edaletê ava bikin, lê di nava wê de 37 dadgehên Cezayên Giran hene. Ev bi xwe nîşaneya xetimandinê ye.
DI NAVBERA PARÊZER Û ESKERAN DE ALOZÎ DERKET
Pişti parastina parêzeran heyetê navber da. Parêzer Ezgî Çakir, piştî navberê dema derket derve ji aliyê eskeran ve hat rawestandin. Çakir bertek nîşanî eskeran da. Li ser ve yekê parêzerên girtî jî bertek nîşanî eskeran dan. li ser vê yekê beşdarên danişînê dirûşmeya “Parêzerên şoreşger rûmeta me ne" Berz kirin. Piştî navbera parêzer û eskeran de alozi derket, komek eskerên din hatin û dora parêzeran dorpêç kirin. Eskerekî got 'Hemû bersûcan kelepçe bikni' Beşdarên salonê ev yek bi çepikan şermezar kirin.