COLEMÊRG - Çotkar Nurettîn Canan ê 68 salî yê Wezîrê Karên Hundir jêre got "Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin” û wisan serwîsê çapemeniyê kir, derket pêşberî dadger. Îbrahîm Toprakê girtî yê derbarê Canan de îfade dayî, di danişînê de amade bû û got ew Canan nas nake û yekem care wî dibîne.
Cotkar Nurettîn Canan ê 68 salî yê li gundê Befircan a navçeya Gevera Colemergê dijî yê Wezîrê Karê Hundir jêre got “Di lîsteya gewr a terorê deye” û wisan di çapemeniyê de serwîs kiribû, yekem car derket pêşberî dadger. Di nûçeyên medyaya nêzî hikûmetê de hatibû gotin ku ji bo dîtina wî xelat 300 hezar TL pere tê dayîn û di operasyonê de hat girtin. Lê piştî demek kurt derketibû holê ku tu rastiya van nûçeyan tuneye û Canan li gund çotkariyê dike. Danişîna Cananê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtibû girtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin. Canan, parêzerên wî, malbata wî û kesê derbarê Canan de îfade dayî Îbrahîm Toprak bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê beşdarî danişînê bûn.
ŞAHID: YEKEM CARE NURETTÎN CANAN DIBÎNIM
Şahid Toprak destpêkê mafê axaftin girt û wiha got: “Ez Canan nasnakim. Bi tu awayî alîkarî nedaye û yekem caree wî dibînim. Dîsan di dema îfadeya min hat girtin de jî, tu wêne û dîmen nîşanî min nedan û min tu kesek teşhîs nekirin.” Canan piştî axaftina şahid Toprak parastin kir û wiha axivî: “We guhdarî şahid Toprak kir. Li ser vê yekê tiştekê ku bêjim tuneye.” Parazvanên Canan jî parastin kirin û wiha gotin: “Muwekîlê me ji ber nûçeyên “Terorîstê di lîsteya gewr de hat girtin” hat mexdûr kirin. Em dixwazin ev mexdûriyeta wî bê derbaskirin.
DANIŞÎN TALOQÎ 26’Ê MIJDARÊ HAT KIRIN
Canan piştî mutaleya dozger nirxandinek kurt kir û wiha got: “Roja danişînê ji xwe ezê bêm dadgehê. Hevjîna min bi nexweşiya pençeşêrê ye û divê ez alîkariya wê bikim. Ji ber vê yekê ez berdana xwe daxwaz dikim.”
Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina Canan bidome û danişîn taloqî 26’ê Mijdara 2018’an kir.