NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya 150’î ya Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) hate lidarxistin. Di kongreye de bi hezaran delegeyan bi yek dengî destek dane "Kampanyaya Ji Ocalan re azadî" û qebûl kirin.
Kongreya 150’î ya Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê (TUC) hate lidarxistin. Di kongreyê de banga pêşnûmeya ya ‘Ji Ocalan re azadî’ ku Sendîkaya Mamosteyên Skoçî raber kirin û di serî de Unîte The Unîon hemû endaman destek dane, bi yek dengî hate qebûlkirin. Di pêşnûmeya de xwestin ku Tirkiye dawî li şerê gemarî yê dijî Kurdan bîne, bi PKK’ê re dest bi muzakereyan bike û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were berdan. Carolîna Yaters, ji Sendîkaya Mamosteyên Skoçî û ji Sendîkaya Nûçegihanên Brîtanî Steve Bîrd, ji Sendîkaya Akedemîsyenên Brîtanyayê Joanna de Groot û ji Sendîkaya Unîte The Unîon Tommy Murphy bi axaftinan desteka xwe nîşan dan.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Unîte The Unîonê, Tommy Murpy, ku ev sendîka mezintirîn sendîkaya Brîtanya û Irlandayê ye û 1.5 milyon endamên wê hene, got, ‘’Divê dewleta Tirk demildest dawî li zexta li ser Kurdan bîne’ û bang kir ku bi PKK’ê re dest bi muzakereyan bike.
OCALAN MANDELAYE ROJHILA NAVÎN E
Murphy diyar kir çareseriya arîşeyên li Tirkiyê bi aştiya bi Kurdan re û bi azadiya Ocalan pêkan e û wiha got: "Ocalan Mandelayê Rojhilata Naîn e. Şoreşa Rojava berhema Ocala e."
Mezintirîn festîvala karkeran a cîhanê Durham Mîners Gala jî diyarî azaiya Ocalan kirin. Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal û Rizgar Wan jî gotin, desteka têkoşîna sendîkayan a ji bo Ocalan pir girîng e.
KAMPANYAYÊ BI ÇALAK BI RÊVE DIBIN
Sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan van 2 salên dawî gelek kampanya dane destpêkirin û gelek sendika tevlê bûn. Kampanyaya ‘Freedom for Ocalan’ ji hêla Unîte the Unîon ve, ku bi 1,5 milyon endamên xwe, mezintirîn sendîkaya Ingiltere û Gallerê ye û ji hêla Sendîkaya Karê Giştî (GMB) ve ku 800 milyon endamên wê hene, 2016’an, bi daxuyaniya li Kamaraya Avamê dest pê kiribû. Kampanya ji hêla sendîkayan ve bi rengekî aktîf tê rêvebirin.