STENBOL - Danişîna doza darizandina 17 jê girtî 20 parêzerên ÇHD û HHB’ê destpê kir. Parêzer bi dirûşmeya “Parêzerên şoreşger nayên bêdeng kirin’ ketin salonê danişînê.
Yekemîn danişîna doza darizandina 17’ê girtî 20 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin û Buroya Hiqûqî ya Gel (HHB) li 37’emîn Dadgeha Cezayê giran a Bakirkoya Stenbolê hat dîtin. 17 parêzerên girtî, bi dirûşmeya “Parêzerên şoreşger nayên bêdeng kirin” ketin salona danişînê. Parêzer Ezgî Çakir a negirtî tê darizandin jî beşdarî danişînê bû. Serokên baroya Stenbol, Sakarya, Wan, Amed, Enqere û Edeneyê, endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), ÇHD û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Mensur Işik, Huda Kaya, Oya Ersoy, parlamentere Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikulu, gelek rêxistinên hiqûqî yên biyanî, malbatên Somalî, xizmên parêzerên girtî, malbatên kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dan û gelek kes danişîn şopandin. Ji ber tevlîbûna zêde ya danişînê cih di salonê de nema. Gelek kes neçar man ku li ser lingan danişînê bişopînin û gelek kes jî derve de man.
Danişîn piştî danasîna nasnameyan destpê kirin û li ser rê û rêbazê danişînê nîqaş parêzeran berdewam dike.