WAN - Doza Sereke ya KCK’ê ya Wanê, piştî biryara betalkirina Dadgeha Bilind, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Şendeya dadgehê ceza li siyasetmedarên Kurd birîn. Dadgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya 8 sal û 9 meh û li kesên din ji bo her kesekî 7 sal û 6 meh û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birîn.
Danişina doza KCK'ê ya Wane ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di navde 13 kes tên darizandin, piştî li 16’emîn Daîreya Ceza hat xerakirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Heyat dadgehê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" ji 10 salan heta 15 salan ceza li siyasetmedaran biri. Di danişîna biryarê de Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya ji Girtîgehae Silivrî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Bersûcên din jî tevî parêzerên xwe li salonê amade bûn. Di danişînê de parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan û Hevseroke HDP'ê yê Wanê Umît Dede û gelek kesên din amade bûn. Beriya danişîn dest pê bike polîsên hêzên çevîk dora edliyê bi maşîneyên zirxî pêçan. Di danişînê de Hevşaredar Bekîr Kaya, parastin kir û diyar kir ku mafê wî yê parastinê ji destê wî hat girtin û wiha got: "Divê ev dosya min û ya 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê bibe yek. " Lê heyetê daxwaza Kaya red kir. Kaya, anî ziman ku 16 rûpelên mutalaayê negihiştiye destê wî û tevî vê yekê heyeta dadgehê xwestiye der barê wî de biryarê bide. Min tu beşê mutalaayê nexwendiye û teblîgî min nekirine. Ez bawer nakim ku biryarek li gorî hiqûqê bê dayîn. Li vir tenê mafê min yê parastinê heye, mafê min ê parastinê jî ji destê min hatiye girtin."
WE BERÎ DANIŞÎNÊ BIRYAR DAYE
Parêzerê Bekir Kaya Sabahattin Kaya jî got "Mafê muwekilê min ê parastinê ji destê wî hatiye girtin. Dozgerê nû tayînî vê dozê hat kirin çawa bû ku di demek wisa kinde 16 klasor bi hevre xwend? Em dipirsim hekûm û dozêrê ku nû hat tayînkirin çawa bû 16 klasor xwendin. Em dipirsin bi rastî jî xwendin? Niha hundirê salonê tije polîs bûye. Ev nîşan dide ku dê biryar bê dayîn. Ji xwe we berî danişînê biryar daye. Li ser vê yekê Bekir Kaya got "Tiştek ku min nedîtibe çima ez li ser wê parastin bikin. Ji ber vê yekê pêdivî tune ku parêzerê min jî parastinê bike. Em nabin lîstikvanê vê şanoyê. Ji ber ku li vir şanoyek tê lîstin û dixwazin me bikin lîstikvanê şanoyê. Pir aşkere ye ku daraz bûye siyasî. Li gorî encamên polîtîk biryarê dide. Hûn çi biryarê bidin bidin em nabin lîstikvanê vê lîstikê."
DADGEHÊ LI 13 KESAN CEZA BIRÎ
Heyetê piştî navberê li 13 siyasetmedaran ceza birî. Heyetê li Hevşaredar Bekîr Kaya, Cuneyt Caniş, Velî Avci, Nezahat Erguneş, Halîs Çakir û Metin Adugit 8 sal û 9 meh, li Mehmet Şirin Yıldız, Murat Durmaz, Îhsan Guler, Abdulkerim Sayan û Mihriban Şah, Derviş Polat 7 sal û 6 meh û Hecer Sarıhan jî 6 sal û 3 meh ceza birî.
Heyetê der barê 11 kesên ku serbest dihat darizandin jî biryar da ku bi awayekî hikum bê girtin.