AMED - Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan, bi minasebeta salvegera darbya 12'ê Îlonê bal kişand ser pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê û rewşa niha û wiha got: "Wê demê digotin bi tirkî bi axivin û pir bi axivin. Niha jî dibêjin yek milet, yek ziman, yek al" Di navbera hişmendiya wê demê û hişmendiya niha de tu cudahî tune ye.
Di ser darbeya leşkerî ya TSK'ê 12'ê Îlona 1980’an re 38 sal derbas bûn. Şahidê wê demê diyar dikin ku 38 sal di ser darbeya leşkerî re derbas bû, lê hêj di milê demokratîk, hiqûq, mafên mirovan ê gerdunî de tu gavên erênî nehatine guhertin. Di serdema Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de heri zêde li girtiyên Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê îşkenceya giran hat kirin. Girtîgeha girêdayî Miduriyeta Mala Girtiyan û Cezayê Leşkerî ya Taybet a Rewşa Awarte ya 7’emin Fermandariya Baskê Artêşê, di salên 1980 û 1988'an de ji bo kurdan bi taybetî bû navenda îşkenceya giran. Girtîgeha ku kapasîteya wê 650 girtî bûn, tê diyar kirin ku di nava 8 salan de 30 hezar girtî li vir hatin girtin û rastî îşkenceya giran hatin. Li gorî çavdêrî û ditina girtiyên wê demê 70 cureyên îşkenceyê li girtiyan hatin kirin. Li gorî hin çavkaniyan 35, li gorî hinekan 52 mirov bi îşkenceyê hatin kuştin. Li dijî îşkenceya giran girtiyên siyasî yên kurd bi canê xwe li ber xwe dan. Girtiyên ji doza PKK'ê girtî, Mazlum Dogan, li dijî îşkenceyê di roja Newrozê de agir berda bedena xwe û Agirê Newrozê geş kir. Di kawîşa 33’an de girtiyên PKK'î Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Necmî Oner û Eşref Anyik, di 16'ê Gulanê de li dijî îşkenceyê bedena xwe dan ber agir û bi çalakiya şewatê îşkence şermezar krini. Di 14'ê Tîrmehê de Kemal Pir, Hayri Durmuş, Akif Yılmaz û Ali Çiçek ketin rojima mirinê û bi bedena xwe îşkence şikandin. Komeleya 78’an, di sala 2007'an de Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiyên Girtîgeha Amedê ava kirin û bi 516 girtiyên wê demê li zindana Amedê mabûn re hevditin kirin. Hevdîtin tev kirin rapor. Ji bo geşedanên li zindana Amedê pêş ketin neyên ji bîr kirin di sala 2013'an de 100 hezar îmze kom kirin. Îmzeyên ku ji bo Zindana Amedê bibe muze pêşkêşî Meclîsa Tirkiye û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Piştî meclîsa şaredariya Amedê daxwaz qebûl kir di Gulana sala 2015'an de Navenda Koordînasyona Zindana Amedê li Sumerparkê ya Amedê ket meriyetê. Lê piştî di sala 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin Qeyûm dest danî ser vê navêndê û dewrî komeleya malbatên şehîd û gaziyên Harp Malulu yên Tirkiye kirin.
WÊ DEMÊ HER KU ZEXT ZÊDE BÛN BERXWEDAN JÎ XURT BÛ
Yek ji şahid û mexdûrê îşkenceya Girtîgeha Amedê Serokê Komeleya 78’an a Amedê Ganî Alkan, bi minasebeta salvegera darbya 12'ê Îlonê bal kişand ser pêkanînên darbeya 12'ê Îlonê û rewşa niha. Alkan, diyar kir ku wê demê li zindanê îşkenceyek pir giran hebû û her ku îşkence zêde dibû, li dijî îşkenceyê berxwedan jî xud dibû. Alkan, da zanîn ku yekîneyek taybet ku fermandar Esat Oktay li ser serê wan hebû û wiha berdewam kir: "Ji bo têkoşina gelê kurd bifetisînin û defin bikin îşkence û tundiyek gelek mezin li ser siyaseta kurd dimeşandin. Dixwestin mirovan û kurdan bê nasname bihêlin. Dixwestin polîtîkaya înkar û îmhayê têxin meriyetê. Lê kurdan bi berxwedana zindana Amedê û bedelên bi bedena xwe ev polîtîka şikand. Bi taybetî di salên 84'an de îşkenceya taybet hat meşandin. 2 hevalên me wê demê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. 3 hevalên me bi îşkenceyê hatin kuştin. Mirovan li dijî kuştin û mirinê li ber xwe dan. Canê xwe dan, lê dîsa li ber xwe dan."
HIŞMENDÎ NEHATIYE GUHERTIN
Alkan, destnîşan kir ku piştî salan xwest girtîgeh bibe muze û ev dîrok neyê ji bîr kirin û wiha bi dawî kir: "Me xwest ev der bibe Muzeya Mafên Mirovan. Ger ku nêda AKP'ê ya çareseriyê hebûya û hesap ji îşkencekarên wê demê bipirsiya, dê niha ev girtîgeh kiribûna muze. Hişmendiya 12'ê Îlonê îro dîsa zindî ye û li ser kar e. Wê demê digotin 'Bi tirkî bi axivin û pir bi axivin'. Niha jî dibêjin 'Yek milet, yek ziman, yek al'. Di navbera hişmendiya wê demê û hişmendiya niha de tu cudahî tune ye. Divê berî her tişti hişmendî bê guhertin. Me xwest girtîgeh bibe muze. lê wan kir komeleya malbatên Gazî û Şehîden Tirkiye. Ev polîtîka perçekirin û tunekirinê ye. Ev polîtîka xizmeta tiştekî nake û talûke ye. Di navbera hişmendiya darbekarê 12'ê Îlonê û hikûmeta niha de tu cudahî tune ye.
MA / Mehmet Şah Oruç