ENQERE – Rêxistina HDP'ê li aliyekî ji bo tifaqa hilbijartinê fireh bike û li aliyê din muxalefeta civakî bi rêxistin bike dest bi civînên “Hevdîtina Muxalefeta Demokratîk" dike.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hem ji bo tifaqa hilbijartinê fireh bike û hem jî ji bo muxalefeta civakî bi rêxistin bike dest bi civînên “Hevdîtina Muxalefeta Demokratîk" dike. HDP'ê ji bo civînan plansazî çêkir û biryar girtin. Li gorî çavkaniyên HDP'ê, ji bo amadekariya tifaqa hilbijartina adara 2019’an bike û li aliyê din hêza muxalefeta civakî bi rêxistin bike dest bi xebatan dike. HDP, hem li herêma Tirkiye û hem jî li herêma Kurdistanê dê civînên cuda pêk bîne. Hem dê amadekariya hilbijartina bikin û hem jî dê kurdan ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd kom bike. HDP dê di navbera 15 îlon û 15'ê Cotmehê de li herêmê û Tirkiye civînan pêk bîne. Dê di civînan de ji bo yekîtiya gelan, yekîtiya kurd û polîtîkayên qeyûmê niqaşan bimeşîne. HDP di civînên ku li herêma Tirkiye pêk bîne dê hewl bide ku hemû hêzên demokratîk di bin navê "Hevdîtina Muxalif a Demokratik" de civînan pêk bîne. HDP dê ji Hatayê heta Edîrneyê li nêzî 50 navendan civinên gel û rêxistinên demokratîk pêk bîne. HDP dê bi rêxistinên civakî, sendîka, ode, şaxên komeleyên pîşeyî û siyasî re civînan pêk bîne û der barê siyaseta demokratîk û tifaqa muxalefeta demokratîk de niqaşan bimeşîne. Dîsa dê bi gelek hêzên bawerî, çand, ziman û rêxistinên cuda re kom bibin û bi wan re niqaşan bimeşîne. HDP li aliyê din dê bi rêxistinên ekolojî, jin, ciwan, çand û kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin jî hevdîtinan pek bîne. HDP dê hewl bide ku tora muxalefetê mezin bike û bi rêxistin bike.
Piştî civînên li du milan pêk bê dê li Stenbol û Amedê konferansan pêk Bînin. Dê di van konferansan de pirsgirêkan niqaş bikin û li çareseriyê wan bigerin. Dê li dijî rêveberiya OHAL'ê li rêbazên têkoşîna aştiya civakî niqaşan bimeşînin û pêşniyarên şênber pêş bixin.
MA / Hayri Demir