NAVENDA NÛÇEYAN – QSD'ê da zanîn ku hêzên wan şeviya herî mezin a petrolê xistiye bin kontrola xwe.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan Zeviya El-Umer ê petrolê ku mezintirîn zeviyê petrolê ya li Sûriyeyê ye, xistine bin kontrol xwe. Zeviya El-Umer 10 Km dikeve rojhilatê bajarê El-Meyadînê, parêzgeha Dêrazorê dikeve.
Pêngava Bagera Cizîrê ya di 9`ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike.