QSD'ê herêma herî mezin a petrolê bi dest xist 2017-10-22 11:50:41 NAVENDA NÛÇEYAN – QSD'ê da zanîn ku hêzên wan şeviya herî mezin a petrolê xistiye bin kontrola xwe. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya  Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan Zeviya El-Umer ê petrolê ku mezintirîn zeviyê petrolê ya li Sûriyeyê ye, xistine bin kontrol xwe. Zeviya El-Umer 10 Km dikeve  rojhilatê bajarê El-Meyadînê, parêzgeha Dêrazorê dikeve.   Pêngava Bagera Cizîrê ya di 9`ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike.