NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê berê yê Zexîre, Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba, ji Wezîrê Çandinî û Daristanê Dr. Bekir Pakdemîrlî xwest der barê nexweşiya şarbonê de gel ronî bikin.
Wezîrê berê yê Zexîre, Çandinî û Sewalkariyê Ahmet Eşref Fakibaba, der barê nexweşiya şarbonê ya ku piştî Cejna Qurbanê bi sewalên îthal re hat Tirkiye û li Enqere, Stenbol û Bedlisê derket holê, xwest ku Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Dr. Bekir Pakdemirlî têkildarî mijarê gel ronî bike. Fakibaba, ji Wezîr ev pirs pirsîn: "Der barê bûyera Şarbonê de çend kes hatin teşhîskirin. Mirin heye ya na? Divê rayedar têkildarî vê mijarê gel ronî bikin. Çend kes nexweş ketin? Divê birêz wezîr têkildarî vê mijarê gel ronî bike."