NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên kesên ku duh di êrîşa li dijî baregehên HDK û HDK-Î'yê de jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin.
Cenazeyên kesên ku duh di êrîşa li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) jiyana xwe ji dest dan, ji mizgefta Xêrxwazî ya Koyê hatin girtin û ber bi Goristana Şehîdên Demokrasiyê a li navçeya Koyeyê ve hatin oxirkirin.
Cenaze wê li Goristana Şehîdên Demokrasiyê werin veşartin.
Ji ber rewşa ewlehiyê rê nayê dayîn dezgehên ragihanê merasîma veşartina cenazeyan bişopînin.
Li navçeya Koyê ya Hewlêrê duh li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ya li Kelhê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 15 endamên HDK'ê û 2 pêşmergeyên HDKA'yê jiyana xwe ji ji dest dan û zêdeyî 40 kesan ji birîndar bûbûn.