ÎZMÎR - Di roja dawî ya 13’emîn a Kongreya Zanista Karaburunê de, li ser “Dê çawan bikin” nîqaş hatin kirin. Gunay Kubîlay derbarê hilbijartina herêmî de axivî û got: “Di dîrokê de tu rejîmên faşîst di hilbijartinan de bin neketin. Ger em behsa faşîzma bi sazîbûyî dikin, wê demê encex em bi hêza rêxistinkirî karibin têk bibin.”
13’emîn Kongreya Zanist a Karaburunê ya îsal li Îzmîrê destpê kir. Di 5’ê Îlonê de kongre hat destpêkirin û îro bi dawî bû. Di kongreyê de li ser mijarên cuda yên di rojevê de û pirsa “Dê çi bikin” nîqaş hatin kirin.
KUBÎLAY: ARMANCÊN DESTHILATDARIYÊ XWE PARASTINE
Di rûniştina destpêkê ya dawiya rojê de Serokê Komeleya Pira Gelan Prof.Dr. Cem Terzî, Nivîskar H. Tarik Şengul û Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsiyarên Polîtîkayên Ked, Aborî û Civakî ya HDP’ê Guney Kubîlay derbar “Hilbijartina herêmî de” pêşkêşvanî kirin.
Gunay Kubîlay, diyar kir ku li Tirkiyeyê hilbijartina 24’ê Hezîranê jî dinavê de, hemû hilbijartina û rejîma hayî jî ne meşrûne. Kubîlay, da zanîn ku rêveberiya AKP’ê li ser talana xwezayê hebûna xwe berdewam dike û wiha got: “Kriza aborî ya tê jiyîn, nîşan dide ku rêvberiya heyî têk çûye. Li hemberî me faşîzmeke bi sazî bûyî heye. Encex em bi hêza xwe ya rêxistinkirî dikarin vê faşîzmê têk bibin. Em dikarin di hilbijartina herêmî de destpêkek nû derbixin holê. Di dîrokê de tu rejîmên faşîst di hilbijartinan de bin neketin. Ger em behsa faşîzma bi sazîbûyî dikin, wê demê encex em bi hêza rêxistinkirî karibin têk bibin."
’DIBE KU ENCAMÊN 24’Ê HEZÎRANÊ DÊ REWŞA HILBIJARTINA HERÊMÎ DIYAR BIKE’
Tarik Şengul jî, da zanîn ku encamên 24’ê Hezîranê dibe ku rewşa hilbijartina herêmî jî diyar bike. Serokê Giştî yê Sendîkaya Yapi-Îş a Şoreşgeran Ozgur Karabûlût, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolarî û Akademîsyen Aynûr Ozogurlu jî axivin û balkişandin ser rewşa karker, têkoşîna jinên femînîst û rewşa krîtîk a Tirkiye têre derbas dibe.
Piştî beşa pirs û bersivan Hevberdevkê HDP’ê Onur Hamzaoglu axaftina girtina kongreyê kir û kongre bi dawî bû.