KCD'ê encamanameya civîna xwe aşkere kir: Rakirina tecrîdê xebata sereke ye

img
AMED – KCD’ê encamnameya Yekemîn Civîna Lîjneya Giştî bi raya giştî re parve kir û got: “Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, wekî êrîşa li dijî daxwaza gelê me ya aştî, jiyana hevpar, vîn û hebûna gelê kurd hat nirxandin. Jîjneya me ya giştî ya navberê bi bîr û baweriyê rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan û azadkirina wî wekî xebateke bingehîn daniye pêşiya xwe.” KCD'ê bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û banga yekîtiyê li gelê kurd kir. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê duh bi beşdariya delegeyên xwe Yekemîn Civîna Lîjneya Giştî li dar xist. Civînê du roj dewam kir. Piştî nîqaş û pêşniyarên hatin kirin encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. 
 
Encamnameya civînê wiha ye: 
 
“Rojhilata Navîn ji Şerê Kendavê yê Yekemîn vir ve bûye heremeke ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê dijwar bûye. Bi bihara gelan a 2011’an re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn veguheriye merhaleyeke din. Gelên Rojhilata Navîn dane xuyakirin ku êdî naxwazin di bin sîstema dewletên despotîk de bijîn. Ev pêvajoya ku em wekî bihara gelan bi nav dikin, ligel ku gelê ereb rabûn ser piyan û rêberê xwe nedîtibin jî nîşan dane ku wê Rojhilata Navîn wekî berê neyê birêvebirin.
 
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Iraq û Sûriye, ji hejandina geşedanên hevsengî û statukoya Rojhilata Navîn re vekiriye. Ev geşedan bi têkoşîna gelê me re wê veguhere demokratîkbûnê. Dîroka têkoşîna gelê me nîşan daye ku heke ji gelên Rojhilata Navîn pêşengiyeke rast bê kirin, tu hêz nikare pêşiya vê veguherînê bigire. Dem dema Azadî û Demokrasiyê ye.
 
Polîtîkaya dewleta TC û faşîzma AKP-MHP’ê a ku bi awayekî çavsorî dijminatiya kurdan dike, Tirkiyeyê ber bi tengasiyeke mezin ve biriye. Tirkiye bêyî daxwaziya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ketiye çirava Rojhilata Navîn, lê mixabin ev yek ji ber polîtîkaya dijminatiya kurdan pêk hatiye û Tirkiye xistiye nav pirsgirêkên mezin. Faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye xistiye nav çirav û tarîtiyê, bi vê re pêşroja hemû gelên Tirkiyeyê tarî dike.
 
Divê mirov çavkaniya qeyranên exlaqî, derûnî, aborî, civakî, siyasî û hemû qeyranan li Tirkiyeyê tên jiyîn di van polîtîkayan de bigire.
 
 Tevgera Azadiyê, têkoşîna li ser hêza xwe û dispêre ser hebûna gelan daye meşandin, bi biryarî û bi xwebawerî dimeşîne.
 
Ruhê demê ferman dide me ku di navbera gel û hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Rojhilata Navîn de tifaqeke xurt were çêkirin, yekitiya xwe ya stratejîk ava bikin. Li aliyê din jî li her çar perçeyên Kurdistanê Yekitiya Neteweyî were avakirin.  Bi awayekî rast xwendina ruhê demê wê serkeftina aştî û demokrasiyê teqez bike û ev jî bi pêkanîna vê rastiyê mumkun e.
Kongreya Civaka Demokrtîk bi vî ruh û baweriyê Yekemîn Civîna Navberê ya Lijneya Giştî pêk anî.
 
Civîna Navberê ya Lijneya Giştî, operasyonên ku berê hatibûn destpêkirin û niha jî bi armanca krîmînalîzekirina KCD'ê zext, çewisandin, binçavkirin, girtin û “darizandinê” bênavber tê meşandin û domandin, bi baweriya ji siyaseta demokratîk û bi xebatên zelal ku ji raya giştî û çapemeniyê re vekirî hatin meşandin, vala hatin derxistin.
 
Lijneya me ya giştî ya navber di şexsê hevseroka KCD’ ê birêz Leyla Guven, Selma Irmak, Aysel Tugluk û hevserokên HDP’ê birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevserokên DBP’ê birêz Mehmet Aslan û Sebahat Tuncel û ji tevahiya girtiyên siyasî re û hevserokê mey ê berê ku li kocberiyê ye birêz Xetîp Dîçle re û ji tevahiya hevalên me yên ku li kocberiyê ne re hestên xwe yên rêhevaltî û têkoşeriyê dişîne. 
 
Di Lijneya me ya Giştî ya Naberê de Hevserokatiya Dîwanê û hemû delegasyona Kongereyê hem di aliyê rojeva siyasî de, hem di aliyê meşandina xebatan û hem jî di aliyê derxistina plansaziya dema pêş de nîqaşên berfireh meşandin.  Biryarên derbarê vê rojevê de bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
 
KRÎZA ABORÎ
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê ya KCD’ê;  tespîta ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî û gelekî girîng de derbas dibe û di bin gef û êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê de ye, kir.  Bang li hemû beşên civakê yên demokratîk kir ku li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin. Her wiha li ser mijara ku dibe wekî hilbijartina giştî ku jinişka ve hat çêkirin, hilbijartina herêmî jî bi heman rêbazê bêçêkirin rawestiya. Bang li hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û gelê me kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û ji bo sîstema qeyûman bavêjin sergoya dîrokê ji niha de bi ruhê seferberiyê dest bi xebatan bikin. Hemû beşên civaka li Tirkiyeyê dijîn ji niha de encamên qeyrana aborî ya ku rê li ber îflas, bêkarî û feqîriyê vekiriye bibîne û di zanebûna ku fatoreya qeyrana aboriyê li kedkarên feqîr bê bibirin de ne. Bi taybetî bal kişand ser têkoşîna demildest a li hemberî vê mijarê.
 
SEFERBERIYA ZIMANÊ DAYIKÊ 
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; bal kişan ser polîtîkayên pişaftinê û destnîşan kir ku pişaftina li sr zimanê dayikê tê meşandin bi qeyûman re hatiye kûrkirin. Zextên li ser zimanê dayikê tên meşandin, rakirina navên kurdî yên li saziyan, park, kûçe û kolan, girtina navendên perwerdehiyê yên jin û zarokan û her wekî din bi tundi şermezar dike. Li hemberî van pêkanînan banga hestyariyê li gelê me û hemû derdorên demokratîk ên civakî dike û ji bo zimanê kurdî li her derê bê axaftin seferber bibin.
 
TECRÎDKIRINA OCALAN 
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; tecrîda girankirî ya 20 salin û bi taybetî jî ji 5’ê nîsana 2015’an vir ve bênavber li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin careke din şermezar û protesto kir. Pêkanîn û polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan tê meşandin wekî êrîşa li hemberî daxwaza gelê me ya aştî, jiyana hevpar, vîn û hebûna gelê kurd hat nirxandin.
 
Bi rastiya ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka Rojhilata Navîn, hem ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde ya ku wekhevî û azadiyê misoger bike pêk bê û hem jî ji bo li Rojhilata Navîn aliyên demokratîk û aştîxwaz sewer bibin, kesayeta dîrokî, mîsyon û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan wê piştgiriyê bide vê yekê.
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; bi vê bîr û baweriyê rakirina tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan tê meşandin û azad tevbigere wekî xebateke bingehîn daniye pêşiya xwe. Her wiha banga hestyariyê li hemû gelên Kurdistan û civaka navneteweyî dikin û diyar dikin ku di vê mijarê de refleksê nîşan bidin û têkevin nava liv û tevgerê.
 
XEBATÊN YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; destnîşan kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dê gelek hevsengiyên Rojhilata Navîn serobino bike û bi pêşdîtina rastiya ku wê statukoya berê hilweşe li şûna wê statukoya nû were avakirin de fersend û derfetên dîrokî derketine pêşiya gelên her çar perçeyên Kurdistanê. Ji bo van derfet û fersendên derketine holê baş bi kar bînin şertê ewilî ew e ku li her çar perçeyên Kurdistanê avakirina Yekitiya Neteweyî ye. Bi vê hişmendiyê em di serî de bang li gelên Kurdistanê û partiyên siyasî û hemû dînamîkên demokratîk ên neteweyî dikin ku dest bi xebatên Yekitiya Neteweyî bikin.
 
Lijneya me ya giştî êrîşa dewleta Tirk ya li Şengalê ku yek ji rêberên gelê êzîdî Mam Zekî Şengalî hedef girt û qetil kir şermezar û nelet kir.
 
Dagirkirina Kerkûk û Efrînê careke din bi tundî hat şermezarkirin. Banga ku divê gelê me li hemberî vê dagirkeriyê raweste kir û xwest ku ji bo hemû hêzên dagirker ji Kerkûk û Efrînê derkevin, zextê li dewletan, hêzên koalîsyonê û civaka neteweyî û navneteweyî bikin. 
 
REWŞA BAKÛRÊ SÛRIYEYÊ 
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê;  Xweseriya ku li Bakurê Sûriyeyê hatiye îlankirin silav kir. Vîn û biryariyeke xurt derket holê ku ew bi gelên Bakurê Sûriyê û Rojava re ne.
 
REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
 
Dîsa di meha mijdarê de wê li Başûrê Kurdistanê hilbijartin pêk were. Bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike ku divê hemû partiyên siyasî di nava şert û mercên wekhev de beşdarî hilbijartinê  bibin. Banga hestyariyê li partiyên siyasî kir ku encamên hilbijartinê bila xizmetî yekitî û demokrasiya gelê me bike.
 
ÊRÎŞÊN ÎRANÊ ŞERMEZAR KIRIN
 
Polîtîkayên îdamkirinê ku rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî yên kurd û beşên muxalîf dimeşîne û herî dawî îdamkirina hersê siyasetmedarên kurd Ramîn Husên Penahî û pismamên hev Zanyar û Loqman Muradî wekî pêkanîneke dermirovahî û hovane dibîne û bi tundî lanet dike. Ji bo Îran dev ji van îdamkirina berde banga hestyarî û piştevaniyê li tevahiya civakê dike. 
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; êrîşa Îranê ya li hemberî baregeha Hizba Demokrata Kurdistanê HDK û  KDP-Î bi tundî şermezar dike. Rehma Xwedê li rêverbirên navendî û endamên KDP-Î di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane be. Sersaxiyê ji KDP-Î, malbatên wan û gelê me dixwazin. Bi bawriya ku êrîşên bi vî rengê wê nikaribin têkoşîna gelê me yên her çar perçeyên Kurdistanê têk bibe û peyam piştevaniya bi KDP-Î re hat dayîn.
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; careke din destnîşan dike ku daxwaza xwerêveberinê daxwaza herî xwezayî û rewa ya gelê me ye. Polîtîkayên dagirkeriyê yên hilweşandinê û pêkanînên şîdetê yên li hemberî hafiza me ya dîrokî, nirxên me yên çandî û bajarên me yên ku neynika hafiza civakê ye û her wiha çavkaniyên sererd û binerdê wêran dike careke din bi tundî şermezar dike. Banga hestyariyê li civaka neteweyî û navneteweyî dike.
 
AZADIYA JINAN
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; faşîzma AKP-MHP’ê ya ku êrîşî têkoşîn û destkeftiyên Têkoşîna Azadiya Jinan dike û vê yekê pêşkêşî aqlê zilamê dewletparêz a zayendîparêz dike bi tundî şermezar dike û bal kişand ser êrîşên bi armanca rola jinê ya di pêşengiya têkoşîna azadiyê asteng bike, têkoşîna jinan ji holê rake û biryariya xwe ya têkoşîna li hemberî êrîşên faşîzmê careke din dubare kir. Daxuyand ku cinayetên jinan, xwekuştin, destdirêjî, îstîsmara li hemberî zarokan, madeyên tiryakê û xerbûna derûniya hemû beşên civakê bi destê faşîzmê ve tê kirin û vê yekê wekî berhema sîstema faşîst a li ser civakê tê meşandin dinirxîne.
 
TUNEKIRINA DÎROKÊ
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; bîr û baweriya xwe ya ku hemû pêşketin, nirxên xweza-civakê û avabûna şaristaniya Mezopotamyayê wekî têkoşîn û keda eniya hemû gel û baweriyên li Mezopotamyayê dijîn aniye ziman û balkişand ser vîna jiyana hevpar a gelên Mezopotamyayê. Li ser vê bingehê, polîtîkayên desteserkirina cihên dîrokî û pîroz, tunekirin û pişaftina gelên ermen, suryan, êzidî, elewî û hemû baweriyên din  şermezar dike. Civakên qedera wan bûne yek vîna ku têkoşîna hevpar bimeşînin danîne holê.
 
ŞEWATA XWEZAYÊ
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; nirxandina kir ku polîtîkayên wêrankirina xwezaya Kurdistanê ya ji hêla dewletê ve tê meşandin di demên dawî de bi şewitandina daristanan didomînin. Ev pêkanînên zalimane yên ku li hemberî xweza û daristanên Kurdistanê tên meşandin wekî qirkirin û sûcê dermirovahî ya li hemberî xweza, civakê û hemû zindiyan hat nirxandin.  Bang li hemû civaka neteweyî, navneteweyî û saziyên navneteweyî din ku li hemberî komkujiya xwezayê bi hestyarî tevbigerin.
 
Dîsa, bi van êrîşan re, pêkanînên dermirovahî yên li ser cenazeyên zarokên kurdan tê meşandin şermezar dike. Her wiha êrîş û pêkanînên dermirovahî û dijexlaqî yên li hemberî definkirina cenazeyan tê meşandin jî bi tundî şermezar dike. Biryardarî û baweriya têkoşîna xurt ku tu zext û pêkanîn nikare pêşiya xwedîderketina li cenazeyên me bigire, derket holê.
 
ÇALAKIYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; têkoşîna Dayikên Şemiyê ku ji bo aqubeta zarokên xwe yên bi cinayetên failê wan nediyar bipirisin ev 20 salin bênavber didomînin wekî têkoşîneke sereke ya ku mînak were destgirtin dinirxîne. Ligel ku têkoşîna dayikan têkoşîna hiqûqî ye, bi vê re têkoşîneke exlaqî, wijdanî, mirovahî, jiyana azad a wekî mirovan bijîn û jiyandina mirovan e. Êrîşên li hemberî Dayikên Şemiyê ku ev 20 salin bi vîneke xurt û têkoşîneke bêhempa dimeşînin, bi tundî şermezar dike. Her wiha li ser girîngiya hevkariya bi Dayikên Şemiyê jî rawestiyan.  
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; bîr û baweriya ku KCD bi hemû pêkhate û delegeyên xwe re bi zanebûn û bi biryar nêzî pêvajo û pêwirên xwe yên demê bibe, derket holê.
 
Lijneya me ya giştî li hember tevahiya êrîş û cewisandinên dewleta Tirk ji gelê me yê ku li ser axa xwe û  li dîasporayê dijî re sozê têkoşînê û layiqbûnê dide.
 
Lijneya me ya Giştî ya Navberê; di serî de wekî Dîwana Hevserokatiya KCD'ê, hemû pêkhate li gorî mîsyon û rola KCD'ê, bendewariya gelê me û hewceyiyên têkoşînê xebat nemeşandine, kemanî û nebesiyên xwe anîn ziman. Di vî warî de rexnedayîna xwe da gelê me, Tevgera Azadiyê û hemû pêkhateyan.”
 

Sernavên din

12/09/2018
09:19 'Ji bo carek din Hêlîn nemirin' îmzeyan berhev dike
09:18 Îsal çotkarên fisteqan keyfxweş nebûn
09:18 Hilbijêrên Komirê ji niha de amadekariya hilbijartinê dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2018'AN
11/09/2018
21:04 Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
17:50 Ciwaneki din di Çemê Dicleyê de winda bû
15:57 Di rojekê de 5 karker bûn qurbana kar
15:30 Dozgeriyê li diji derpkirina li girtîgehan lêpirsîn da destpêkirin
15:27 Li pişt perdeya Zîrveya Tahranê operasyona Koye, Qendîl û Qamişlo derket
14:03 Bagera Cizîrê: Bi sedan gund ji DAIŞ’ê rizgar bûn
13:50 Doza rojnameger Seda Taşkin sibê ye
13:40 Parêzeran, ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin
13:31 Gelo Etî Bakir, li Şemrexê hawizê siyanurê ava dike?
12:50 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter di 15'ê Îlonê de bi dawî dibe
12:25 Dayika Şemiyê Tosun: Dê hesab bidin
10:53 Alavên girtiyên nexweş nadin wî
10:41 Girtiya ji bo danişînê anîn Girtîgeha Sîncanê derb kirin
10:25 Doza Ozgurlukçu Demokrasî sibê ye: Em li Rojnamegeriyê xwedî derkevin
10:16 Şahidê 12'ê Îlonê: Pirsgirêkê 12'ê Îlonê û îro yek in
09:18 Ulgen: Wêjeya kirasê lawaziyê ji ser xwe bavêje kare maskeya îktîdaran daxîne
09:15 Parlementerê HDP'ê Taş: Demîrtaş û Onder bi fermana Qesrê hatin cezakirin
09:14 Semsûriyan li dijî HES'ê banga parastina xwezayê kirin
09:14 Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt
09:13 Prof. Hamzaoglû: Îktîdar wek qumarê bi tenduristiya gel dilîze
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2018'AN
10/09/2018
18:04 Di doza parêzeran de alozî
17:10 Cananê 68 salî yê gotin di ‘lîsteya gewr deye’ sewqî dadgehê kirin
17:05 TUC'ê pêşnûmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ qebûl kir
16:44 Dayika 2 zarokên wê di qedexeyên kolanan de jiyana xwe ji dest dan, binçav kirin
16:00 HAKÎM: Bila bazirganiya sewalên zindî bê qedexekirin
15:37 Edîtorên ETHA nehatin berdan
15:03 ÎHD'ê ji bo qedexeya çalakiya Dayikên Şemiyê giliyê Wezîr Soylu kirin
14:40 Kesên ji doza Aladagê hatin berdan ji Wezîr pirsîn
14:08 Doza darizandina parêzerên ÇHD û HHB’ê despê kir
13:56 Wesayîta karkerên madenê qelibî
13:16 Mehmet Ocalan: Divê her kes li dijî tecrîdê têkevin tevgerê
13:15 Hemû vexwandin bîranina salvegera sêyemîn a 10'ê Cotmehê
12:05 Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe
11:59 Di Doza KCK’ê ya Wanê de siyasetmedar ceza kirin
11:52 Polisên çûn operasyonê qeza derbas kirin: 6 polîs birîndar bûn
11:38 Sektora çandiniyê ji sedî 1.5 tengbû
11:16 Serokê Komeleya 78’an Alkan: Cuntaya 12'ê Îlonê û AKP'ê ji hev ne cuda ne
09:45 Tirbeyek din a dîrokî ji dilê Heskîfê bar kirin
09:08 Nivîskar Agin: Darbeya 12'ê Îlonê li dijî hişyarbûna gel bû
09:07 HDP dest bi civînên hevdîtina muxalefeta demokratîk dike
09:06 Her tişt li Nisêbînê qedexe ye, tenê tiryak serbest e
09:05 ‘Mêvanê Rûmetê’ yê Fuara Pirtûkan a Amedê Migirdiç Margosyan e
09:05 Topa kaxizê A4 ji 10 lîreyî derket 22 lîreyî
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2018'AN
09/09/2018
20:13 'Li dijî xwînrijandina Îranê rabin ser xwe'
18:49 Wezîrê berê Eşref Fakibaba: Der barê Şarbonê de gel ronî bikin
17:05 ‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina ciwanan e’
17:00 Li Efrînê di 24 saetan de 20 kes hatin revandin
16:45 Yên li Koyê jiyana xwe ji dest dan tên oxirkirin
16:39 Roja dawî ya Kongreya Zanistê: Bi hêza rêxistinkirî em dikarin faşîzmê têk bibin
16:36 KCD'ê encamanameya civîna xwe aşkere kir: Rakirina tecrîdê xebata sereke ye
15:11 Ji MKGP'ê ji bo tevlibûna daneşîna rojnamegerên jin bang
14:45 Li Cizîrê gelek kes hatin binçavkirin
14:45 Konferansa Hiqûqê: Divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin
14:44 Cenazeyên Ramîn, Zanyar û Luqman nadin malbatên wan
13:57 Li Sûdanê balafira rêwiyan ket, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:09 Navê kesên li Koyê jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn
12:04 Kovara Guney feraseta hunera Yilmaz Guney didomîne
11:49 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Îran dest ji sûcê mirovahiyê ber de
11:22 Gelek kesên navdar ji bo şewata li Dersimê dê bang bikin
11:01 Hatîmogullari: Xeyala Osmanîtiya nû ya Tirkiyeyê têk çû
10:44 Pitika Arîn a di girtîgehê de her ku diçe zeyîf dibe
10:21 Temel ê 68 roj di grevê de ma: Çareserî dîsa li Îmraliyê ye
09:29 Kaya: Em li hemû girtîgehan 3 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin
09:28 Îxracata ard hat rawestandin: 2 hezar TIR di deriyê sînor de rawestiyan e
09:17 Karkerên karê Sî dikanên xwe digirin
09:15 Xelîl: Aloziya Sûriye tenê bi Idlîbe çareser nabe
09:13 Dê edîtorên ETHA'yê sibê bên dadgehkirin
09:11 Songula bi zarokatî bi zorê hat zewicandin ji bo jiyaneke nû têdikoşe
09:09 Hevjîna Cananê ku wek kesekî di 'lîsteya gewr' de hat lansekirin: Bila dev ji vê çewtiyê berdin
09:07 'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'
09:04 Pira Cendereyê dikin qurbana HES'ê
09:02 Seroka Federasyona Komeleyên Suryaniyan: Pêdiviya gelan bi felsefeya Ocalan heye
09:00 ROJEVA 9'Ê İLONA 2018'AN
08/09/2018
16:56 Waliyê Amedê di hefteya 500’emîn de çalakiya Dayikên Şemiyê ya derve qedexe kir
15:18 ’25 sal e ser cînayeta Sîncar digirin’
15:11 KCD: Em neteweya demokratîk ava bikin emê tecrîd û komkujiyê rawestînin
15:05 Di ‘Çalakiya F’ de hat xwestin Azîz Bayin bê berdan
14:42 Serokên Baroyan ji Dayikên Şemiyê lêborîn xwestin
14:11 Dayikên Şemiyê: Kesên li Arjantîn û Şîlî winda kirin, dê li Tirkiyeyê jî winda bikin
13:58 Leyla Guven: Divê her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan
13:50 Rejîma Îranê li Koyê 5 kes kuşt û 30 birîndar kirin
13:34 Rejîma Îranê Balakayetî topbaran dike
13:18 Rejîma Îranê 3 siyasetmedarê kurd darve kirin
12:53 'Birêz Walî bi xêra we hemû darên Dersîmê dicirûsin û dişewitin
12:38 Polîsan dîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:30 Rêxistina HDP'ê: Di şexsê Demîrtaş û Onder de çareserî û aştî hatiye cezakirin
12:08 Hevserokê TEV-DEM'ê Hîso: Divê Idlib û Efrîn bi hevre bên destgirtin
11:52 Di doza Aladag de hemû bersûc hatin berdan
10:57 Dadgehê: Erdogan di çarçoveya azadiya ramanê de ji Demîrtaş re gotiye ‘terorîst’
10:56 Rêveberiya nû ya Cumhuriyetê bi tesfiyekariyê dest pê kir
10:26 Agahî ji girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî nayê girtin
10:14 Nivîskar Yigit: Li Idlîbê milyonek cîhatkar di garantoriya Tirkiye dene
09:06 Gerok Ozhanê li Çiyayê Ramanê asê ma: Ji bo mirovahiyê windahiyek mezin e
09:05 ‘Qeyûman jin ji jiyanê îzole kir'