STENOL – Parêzer Ozcan Kiliç di Konferansa Hiqûq a Navnetewî de axivî û diyar kir ku şertên OHAL’ê rojnamegeriyê tune hesibandiye û got: “Li Tirkiyeyê êdî tenê ne medya, divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin. Nexwê wê her tişt bê qedexekirin.”
Parêzer, dadger, dozger, hindekarên hiqûqê, parlamenterên hiqûqnas, pisporên saziya tibî, rojnameger, parêzerên stajyer û xwendekarên zanîngeha hiqûqê duyemîn Konferansa Hiqûqê ya Navnetewî li dar xistin. Konferans li Baroya Stenbolê pêk hat û “Asayîkirina Rewşa Awarte û Li Tirkiyeyê Rewşa Darazê” gengeşe kirin. Hindekara Zanîngeha Galatasarayê Prof. Dr. Yasemîn Gîrîtlî Înceoglu moderatoriya panelê kir.
‘EM DI RÊZA DAWÎ DE NE’
Di panelê de ewilî ji parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê Tora Pekîn axivî û got di warê azadiya raman û azadiya çapemeniyê de Tirkiye di rêza dawî de ye.
‘ÊRÎŞÊN SALÊN 90’Î YÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ ÎRO JÎ DIDOME’
Pişt re parêzerê Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Ozcan Kiliç axivî û bal kişand ser çîroka rojnameya Ozgur Gundemê ya ji salên 1990’î û heta îro û wiha got: “Li Tirkiyeyê tu welayetê destûr nedida Ozgur Gundem bê belavkirin. Wek çekê didîtin. Destûr nedan rojname 11 sal biçe bajarên heremê. Bi fotokopî û rêbazên cuda rojname digîhîşt gel. Bo vê yekê dema OHAL tê gotin ew serdem tê bîra min. Di 92’an de rojname dest bi weşana xwe kir. Piştî 9 rojan nûçegihanê rojnameyê yê Amedê hat kuştin. Li Êlih û Rihayê nûçegihan hatin kuştin. Rojnameyê her tim girtin. Her car neçar man ku navê rojnameyê biguherînin. Pêvajoyek wiha qewimî. Polîtîkaya ji sala 1992’an heta îro tê birêvebirin ev in.”
‘DI OHAL’Ê DE ROJNAMEGERÎ TUNE HAT HESIBANDIN’
Ozcan destnîşan kir ku di serdema OHAL’ê de nûçegihanê rojnameyê rojnamegeriyek zor û dijwar dikirin û got: “Destûr nedidan nûçegihan ji rojnameyê re nûçeyan çêbikin û bişopînin. Nasnameya wan tune dihat hesibandin. Di serdema azadiya çapemeniyê de nerm bû jî dozgeran li rojnamegeran gef dixwarin. Pişt re jî em bi awayek dijwar tune hatin hesabindin. Niha jî ev tune hesibandin didome. Li Tirkiyeyê êdî tenê ne medya, divê rewşenbîr jî êdî xeta xwe diyar bikin. Nexwê wê her tişt bê qedexekirin. Di medya civakî de êdî wêne parvekirinek jî dibe hêmana sûc.”
‘ÇAPEMENIYA MUXALÎF DI BIN ZEXTAN DE YE’
Li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rojnameger Safiye Alagaş jî axivî û anî ziman ku di azadiya çapemeniyê de Tirkiye di rêza 155’emîn de cih digire û got: “Bi pêvajoya OHAL’ê re êrîş û zextên li ser çapemeniyê derketin asta herî jor. Li ser çapemeniya kurd û muxalîf êrîş û zextên pir dijwar didomin. Di şertên OHAL’ê de 158 sazî û dezgehên çapemeniyê hatin girtin. Kartên rojnamegeran hatin betalkirin û bêkar man. Hikumet ji bilî alîgirên xwe karta zer a çapemeniyê nade tu rojnamegerek din.”
Panelê bi mijara “Di OHAL’ê de hiqû” dewam kir.