NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê, li malbatên Zanyar Mûradî, Lûqman Mûradî û Ramîn Hosseîn Panahî yên duh bi darve kirin, geriyan û ji malbatan re gotin, ewê cenazeyan nedin malbatan û dê li Tahranê wan defin bikin.
Rejîma Îranê, di 8’ê Îlonê de li zindana Recaîşar a Keracê, 3 siyasetmedarên Kurd ên girtî Ramîn Hosseîn Panahî, Zanyar Mûradî û Lûqman Mûradî darve kirin. Li gorî agahiyan, dê cezayên 3 siyasetmedarên Kur li Tahranê bên definkirin.
Li gorî agahiya malbatan dayîn, rejîma Îranê li malbata Zanyar û Lûqman Mûradî geriyan û ji wan re gotin dê cenazeyên zarokan wan îro defin bikin û ji bo beşdarî definkirina cenazeyan bibin bangî wan kirin. Hat destnîşan kirin ku cezayên wan dê li Tahranê bên definkirin.
Li aliyê din rejîma Îranê, ji malbatan re gotin dê cenaze nedin wan û di dema definkirina cenazeyê de malbat tenê dikarin amade bin. Di heman demê de rejîma Îranê ragihand ku dê cenazeyên Zanyar Mûradî û Lûqman Mûradî li goristana Beheştî Zehra ya Tahranê defin bikin.
Birayê Rahîm Hosseîn Panahî Emced Panahî jî, derbarê girtina cenazeyê birayê xwe de wiha got: “Ew derfeta me ya em niha biçin Tahranê tuneye. Ji xwe di serî de jî rejîmê gotibû ewê cenazeyê Ramîn nedin me.”