NAVENDA NÛÇAYAN - Serokkomarê Iraqê Fuad Masum, diyar kir ku êrîşa Îranê ya li ser baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ên li Koyê gihiştiye asta xeteriyê. Navên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn.
Rejîma Îranê, di 08’ê Îlonê roja Şemiyê de, êrîşî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ên li Koyê kirin û di êrîşê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokkomrê Iraqê Fuad Masum, daxuyaniyek nivîskî derbarê êrîşê de weşand û got: “Êrîş gehiştine asta xeteriyê. Dewleta Îranê ji bo berjewendiyên gelê xwe, divê bi rêyên diyalog, aştiyane û dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike.”
HDK’ê derbarê êrîşê de di daxuyaniya da de wiha got: “Di dema civîna 6 mehan carekê pêk dihat de êrîş pêk hatiye. Di êrîşê de 14 peşmergeyan ji yan xwe ji dest da û nêzî 40 kesan jî birîndar bûn.
Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
"Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Kerîm Medewî (Kerîm Seqizî), Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Nesrîn Hedad, Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Îbrahîm Îbrahîmî (Brahîm Zîweyî), Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Rehman Pîrotî, Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Suheyla Qadirî, Endamê Komîteya Navendî ya HDK'ê Haşim Ezîz, Pêşmergeyê kevin Osman Osmanî, pêşmergeyê kevin ê partiyê Kerîm Resûlzade (Mam Şêrko), Pêşmergeyê kevin, Hewrê Karkaz ( Hewrê Şêxanî), Pêşmerge, Pêşewa Seyid Omer, Pêşmerge Cemal Ekberî, Pêşmerge, Mensûr Ekberî Pûr, Mihemed Hemepûr têkoşerê kevin."
Di daxuyaniyê de tê gotin ku 2 pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDK-Î) di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û hîn navê wan bi fermî nehatine eşkere kirin.
Her wiha tê destnîşan kirin ku du pêşmergeyên HDK'ê ji windane û hîn derbarê aqûbata wan de ti agahî nehatine bidestxistin.